İsmail Dindar
Heke derfeta wergerê nebûya, dê her çand li ser xaka xwe bijiya. Dê raman, hest û tecrubeyên cur bi cur li cihana mirovahiyê bela nebûya. Dê mirov tehm ji raman, huner û cîhana hev û din nekira. Bi riya wergerê ye ku em bi hest, ramanên û jiyana gelên cur bi cur dihesin.
Li vir ez dixwazim balê bikşînim ser ramanên Carlos Fuentes ku wiha dibêje:
“Ziman, beşa çandê yê ku hatiye parvekirin, yê ku tê parvekirin e. Ziman girîngiyê dide zindîtî û pêwendiyê. Ji ber ku çand dema xwerû bimîne û bê razberkirin, ev yek dibe mirina wî. Eynî nola evîn û nên, ziman bi hinên din re tê parvekirin. Ku ne wisa be tu kes nikare ji tunebûnê tiştekî biafirîne.”
Erê ku pêwendî û danûstandina li navbera ziman û çandan nebe, pêşketin, geşbûn, afirandin ne pêkan e. Mirov kevir datine ser keviran, avahî bi vî awayî bilind dibe. Werger riya, komkirin û lêkirina kevirên cur bi cur e. Ji bo pêşketina zimanekî û bi vê girêdayî geşbûn û firehbûna wêjeya gelekî, bêşik rista wergerê zehf mezin e.
Ku em li dîroka Komara Tirkiyeyê dinihêrin, di serî de du tiştên pir girîng kirine. Yek jê berhevkirina peyvik û biwêjên ji nav gel, nemaze jî ji nav gundiyan. Ya duyem jî, karê wergerê ye. Wezareta çandê, ji bo vî karî komîsyon û lijne saz kirine. Dest bi wergera klasîkên edebîyatê ya cîhanê kirine. Heta bi Nazim Hîkmet û Kemal Tahirê ku bi destê xwe avêtine zindanê çûne û bi salan wergera klasîkan bi wan dane kirin.
Mijara din a ku nîqaş li ser pêk tê, wergera çawa ye?
Gelo werger, tenê ji zimanê yekem pêkan e, yan ji zimanê duyem û sêyem jî werger dikare bibe, yan na. Bersiva vê jixwe ew e ku her tim rê û rêbaza rast, zimanê resen e. Lê divê em bi awayekî din jî li mijarê binihêrin. Li gorî dîtina min, ligel vê rastiya tazî, divê em karibin ji zimanê duyem jî wergerê bikin. Li vir pîvan ew e ku gelo wergera pêşî dirist hatiye kirin yan na. Ku wergêr, ji cîhana her du zimanan ne serwext be, ji zimanê yekem jî be wergereke sergihayî pêk nayê. Lê dema wergera pêşî rast û dirist pêk hatibe, wergera ji zimanê duyem jî dikare bibe wergereke xweş û rast. Ji ber ku wergera di edebiyatê de, ne wergera peyv û hevokan e. Wergera wate, mantiq, hest û ramanan e. Dema em bibêjin ku ne ji zimanê resen be em wergerê nakin, em ê nikarin bi hêsanî tevî cîhana edebiyat, huner û ramanê bibin. Di vî warî de, ji her cih û ji her gelî bêhtir, karê kurdan zehmet e.
Di meseleya wergerê de tiştekî din heye ku pir kes li ser ranaweste. Piranî tê xwestin ku werger ji zimanên ewrûpî pêk were. Meyleke wisan heye. Lê ligel ku ev yek jî rast e, rastiyeke din a beloq heye ku ji her hêlê ve kurd, jiyana kurdan bûye mijara edebiyata tirkî, erebî û her wiha farisî. Ev yek jixwe ji rewşa kurdan a siyasî tê, mijar ne ev e. Loma divê berhemên hêja yên bi zimanên navborî jî di demeke kurt de bêne wergerandin. Ji ber ku çanda me jî dihundirînin. Ji bo parvekirina cîhanên cur bi cur jî hemû zimanên heyî divê bêne wergerandin. Pêwendî jî, parvekirin jî, bi pêş ketin jî bi vî awayî pêkan e.
Heta ji me bê em werîsê rêbazan li xwe neşidînin, di hin meseleyan de, em li gorî rewş û pêdiviyên xwe tevbigerin.
b.zelal@mynet.com
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskar Behlûl Zelal heta niha bi navê Behlûl Zelal nivîsên xwe dinivîsandin. Niha biryar daye ku êdî navê xwe yê di nasnameya xwe de bikar bîne. Bi gotineke din nivîskar Behlûl Zelal êdî dê navê xwe yê di nasnameyê de 'İsmail Dindar' li ber nivîsên xwe binivîse.
***
Nivîsên wî yên ku berê di Diyarnameyê de hatina weşandin:
- Dilo
- KEZEB ŞEWITÎ
- Helwesta Azadiya Welat
- HAWAR E! ROŞAN E!
- Gaveke dîrokî û virnî
- Kewên Birçî
- Vegotina nivîskî û devok
- ROŞAN* CEJN** ÎD*** BAYRAM**** ÎDOÎBRÎXO*****
- Înce Memed Mir..!
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil


