Behlûl Zelal
Tîrêjên rojê yên zer di ezmanê şînî sayî re, bi ser bajarê Amedê ve bela dibin. Dilê min wekî êtûnê ye. Disincire, dikele, difûre. Dilê min direile, diheje, nola pelê çilo. Tirêjên zer, reş dibin, ezmanê şîn, şîn digre. Sal, heyv, roj, kêlî didine pey hev; berapaş ve diçin.
Dilê min di nav du dîwaran de maye. Nizane, ne xemgîn be, ne bikene. Bêhemdî xwe, li milê çepê dinihêrim, li milê rastê. Li pey xwe dinerim. Roj diçe ava. Tîrêjên zêrîn dikevine qul û quwaran. Xwedî mal, diçin malên xwe. Cot bi destên hev girtine; dimeşin, dikenin, dilê hev maç dikin, çavên hev, dev û lêvên hev.
Ne pir, belkî ne jî hindik; hivdeh sal berî vê roja ku îro rêhevalên te, li vî bajarî bûne mêhvan, tu ji vî bajarî çûbûyî. Bi riya telefoneke sar ku dengê te di dilê min de qerisîbû. Te gotibû:
“Ez diçim…!”
Min negotibû.
“Bi ku ve?”
Min dizanî. Min dipa. Min dizanî, te jî dilê xwe avêtiye êtûna evînê. Evîna ku dil diperitand. Evîna ku bi hêviya bihuşta siberojê her kêlî mezin dibû. Te dilê xwe derxistibû ji hêlînê û avêtibû êtûna ku dil tê de dişewitîn.
Min got:
“Berî tu biçî; here, diya min bibîne.”
Te tu bersivek nedabû. Te bêdengî kiribû bersiv. Piştî çend heyvan pê hesiyabûm ku berfê rê nedabû te. Belkî jî, berf bûbû hincet, ji bo ku tu wê kiliya xatirxwestina dawî nejî. Bêyî ku tu careke din bibînî dê, bav, xweh û birayan. Te pişta xwe dabû felekê, dîroka bindestbûna hezar salan. Te berê xwe dabû evînê. Evîna ku hêlîna xwe li serê çiyayên bilind çê kiribû. Evîna ku bi hemû raz û qudreta xwe spartibû bextê xwezayê.
Li hawirdor dinihêrim, li milê rastê, jineke ciwan, xwedî pêçek, digrî. Bêdeng digrî, hêstir bi ser hinarîkên wê digindirin. Bi giriyê wê re, jina ku li cem wê ye jî digrî. Tîrêjên zêrîn xwe vedikşin. Dilê min germ e, dikele û difûre. Dengê dilê jina ku li pey min e, di canê min de digere. Û ez jî digrîm; hêdî hêdî, bêdeng. Dixwazim biçim cem jina ku qet navber nade giriyê. Bi her du destên xwe, her du destên wê bigrim. Hembêz bikim, hêstirên çavên wê vexwim, vexwim. Ez jê re bibêjim. “Napirsim ji te, tu çima digirî. Napirsim ji te, ew çi ye dikele di dilê te de, ev çi kul e yê ku hestirên çavên te dibarîne, di vê roja hanê de. Dizanim evîna xwişk bira ye ev, birîna derdê bêderman e. Derdê min û te yek e.Dilê min û te bi heman agirî dişewite. Di heman êtûnê de teqî hêrsa evîndarên me.”
Naçim cem jina ku bêdeng digirî. Li hawirdor dinihêrim. Li rûyê mirovan. Li dîmena li ser rûyê wan rûniştî, li awirên çavan, li kenê li ser qiraxa lêvan. Dixwazim yek bi yek têkevim hindê dilê her kesê ku a niha li vir e. Dixwazim fêr bibim çîroka her yekê ji sed hezaran. Bêhna hesreta evîndaran tê ji her hêlê. Bayê azadiyê tê, li per û çengên min dixe. Dibim balindeyekî, difirim, difirim; bi hewa dikevime qata heftan. Dibime kevokeke spî û şîn. Ji ezmanê heftan, perên xwe li bayê sivik dixim, têm li nav her du singên keçeke xama vedinîşim. Dev û lêvan maç dikim. Serê xwe dixime nav her du singên nerm û girover û noqî xeweke şîrîn dibim.
Li hêstirên çavên jina ku bêdeng digirî dinêrim dîsa, bêhejmar carî dinihêrim, bêrawest. Ez têr nabim ji wan rondikan, dilê min hênik nabe. Ji hêstiran dinasim dizanim û dibînim kula li ser dilê wê. Çi qasî dişibine hev rû, çi qasî dişibine hev çav û hêstirên ji wan diherikin.
Di tariya şevê de, dengek bela dibe bi ser lehiya mirovên dil bibar ve. Deng, diteqe di nîvê êtûna evînê de. Deng, diqîre, ji bin bîra salan. Dil tije ne, tije hesret, tije hêvî, tije jiyan…
Dibê va ye, em hatin.
Dilê min dikene. Li jina li kêleka xwe dinerim careke din; li nav her du çavên şil, yek dikenî, yek digrî, nola her aliyek ji dilê min.
***
Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- KEZEB ŞEWITÎ
- Helwesta Azadiya Welat
- HAWAR E! ROŞAN E!
- Gaveke dîrokî û virnî
- Kewên Birçî
- Vegotina nivîskî û devok
- ROŞAN* CEJN** ÎD*** BAYRAM**** ÎDOÎBRÎXO*****
- Înce Memed Mir..!
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil