Diyarname
Pirtûka nû ya romanûsê navdar YaÅŸar Kemal bi navê "Binbir Çiçekli Bahçe" (Bexçeyê bi Hezar û Yek Kulîlkan) 18'ê vê mehê derdikeve.
Pirtûka YaÅŸar Kemal ku bi tirkî ji WeÅŸanên Yapi Kredi derdikeve ji nivîsên wî yên di navbera salên 1961 û 2009'an ve pêk tê. Di pirtûkê de ew balê dikiÅŸîne ser xirufîna çand û xwezayê, li ser bingeha van pirsgirêkan disekin û ji bo çareseriyê pêÅŸniyaran dike.
Pirtûk ji sê beÅŸan pêk tê û beÅŸa yekem bi axaftina wî ya di konferansa "Tirkiye li AÅŸtiya Xwe Digere" ya li Enqereyê pêk hat dest pê dike.
Di beÅŸa duyem a bi sernavê "Nasname" de ji Orhan Kemal heta Mehmed Uzun gelek nivîskar û dostê xwe dike mêvanê xwe, BeÅŸa sêyem jî bi navê "Axaftin" gotûbêj têde hene û hevpeyvîna ku Hêlîn Zeynep Miser a neh salî ku bi YaÅŸar Kemal re kiribû jî heye.
Nivîsa "Binbir Çiçekli Bahçe" navê nivîseke wî ye ku ew nivîs wekî axaftin di gulana 2007'an de li Norwecê di "Konfeasê Bibîranîna Bjornstjerne Bjornson Anma Konferansları" de hatibû kirin.
Gelek nivîsên ku fikir û dîtinên YaÅŸar Kemal ên dilpolayiya wî nîÅŸan didin, gelek dîtinên ku wî di demên dawî de li ser siyasetê, li ser Tirkiyeyê kirine di pirtûkê de cih digirin.