Diyarname
Serjimariya 27 welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji yekê vê mehê re yekem car derket ser 500 mîlyon kesî.
Enstîtuya Îstatîstîkên Fransayê li ser serjimariya 27 welatên YE'yê got ku hejmar derketiye ser 500 mîlyon kesîb
Li gor agahiyê ji nav welatên Ewropayê herî zêde Almanya xwedî serjimariyê ye (81,7 mîlyon). Piştî Almanya bi 65,4 mîlyonî Fransa tê û di rêza sêyem de Kraliyeta Yekbûyî bi 62 mîlyonî cih digire.
Di 10 salên dawî de Îrlanda (4,45 mîlyon) û Spanya (46,08 mîlyon) serjimariya wan sedî 15 zêde bûye.
Di sala 2009'an de li Ewropayê bi giştî 5,4 mîlyon kes hatine dinê û 4,8 mîlyon kes jî mirine.


