Diyarname
Li Venezuelaye ji bo Serokdewletî hilbijartin li dar ket. Serokdewletê Venezuelayê Nicolas Maduro ragihand ku ew bi ser ketiye, lê reqîbê wî yê muxalif Edmund Gonzalez îdîa kir ku di hilbijartinê de ew bi ser ketine.
Gonzalez gotiye ku wan sedî 70 deng bi dest xistine û bi ser ketine.
Serokê Konseya Hilbijartinê ya Venezuelayê Elvis Amoroso gotiye ku di hilbijartinê de Serokdewlet Nicolas Maduro bi ser ketiye. Amoroso eşkere kiriye ku sedî 80 sindok vebûne, Maduro bi sedî 51,20 bi ser ketiye û cara 3'yan bûye serokdewlet.
Serokê Komîsyonê Amoroso dibêje ku berendamê Platforma Demokratîk a Yekbûyî (PUD) Edmundo Gonzalez sedî 44,20 deng girtiye.
Beramberî daxuyaniya Serokê Komîsyonê, rêbera muxalefetê Maria Corina Machado ligel berendamê wan Gonzalez daxuyanî da çapemeniyê û eşkere kir ku Gonzalez sedî 70 deng girtiye. Machado got: "Serokek nû yê Venezuelayê heye, ew jî Edmundo Gonzalez e. Em bi ser ketin û hemû dinya vê dizane."
Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Antony Blinken gotiye ku encama hatiye eşkerekirin vîna gelê Venezuellayê nîşan nade, metirsiya wan li ser encamê heye û ji rayedaran xwestiye tabloya encamê bi awayekî zelal eşkere bikin.
Li gor gotina Serokê Komîsyona Hilbijartinê sedî 59 beşdarî çêbûye.