Diyarname
Lîstika Şermola Performansê ya bi navê "Bûka Lekî" li Festîvala Şanoyê ya Kerkûkê bi girtina 3 xelatan bi ser ket.
Festîvala Şanoyê ya Kerkûkê roja 5’ê mehê dest pê kir û bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di festîvalê de nêzî 20 lîstik hatin pêşkêş kirin. Ji van lîstikan 11 jê li ser kolanan hatin pêştêş kirin. Ji çar parçeyan lîstikên şanoyê li festîvalê bûn mêvan.
Festîval êvara 10’ê mehê bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Lîstika Şermola Performans “Bûka Lekî” ku ji Bakur beşdar bûbû bi 3 xelatan bi ser ket. Lîstikê Xelata Lîstika Herî Serketî, derhênerê lîstikê Mîrza Metîn Xelata Derhênerê Herî Serketî û lîstikvana lîskê Pelda Bal jî Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt. Lîstikvanê lîstika “Şewkiwêr” Resul Bengîn Xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt. Berhem Ehmed jî bi Xelata Şanogerê Dema Pêş hat xelat kirin.