Moskova
Ji dengbêjên jin ên Radyoya Êrîwanê Fatma Îsa li qada Krasnodarê jiyana xwe ji dest da. Dengbêj Fatma Îsa zêdetir bi klama "De Miho" hatibû nasîn.
Fatma Îsa yek ji dengbêjên jin ên Radyoya Êrîwanê bû. Îsa ku li navçeya Platnirovkae ya Krasnodarê dijiya jiyana xwe ji dest da.
Cenazeya Fatma Îsa bi beşdariya nûnerê Saziyên Kurd ên li Krasnodarê û beşeke gel hate veşartin. Di merasima cenazeya Îsa de Serokê Otonomiya Çanda Kurdî ya Krasnodarê Îşxan Ankosi got ku klamên Îsa bûbûn qêrîna gelê sirgûnkirî û diyar kir ku wê kurd qet wê ji bîr nekin. Di mesarima cezaneyê de klama "De Miho" ku bûbû sembola Fatma Îsa hate xwendin.
Dengbêj Fatma Îsa di sala 1934'an de li Arazdage ya girîdayî Êrîwanê hatibû dinê. Piştî ku Sovyet belav bû Ermenistanê ji wê derê 50 hezar kes sirgûn kirin û Fatma Îsa jî yek ji wan bû. Fatma Îsa ku tevî malbata xwe bi sirgûnî hatibû herêma Krasnodarê di nav gel de xwedî ciheke bi hurmet bû.
Fatma Îsa di jiyana xwe de bi dengê xwe yê delal rih dabû gelek stranan. Stranên wekî "De Miho", "Dîna min", "Şerê Rêya Beşer", "Gedê Mîrzo", "Derwêşê Evdî" ku wê deng dabû di albuma Jinên Dengbêj ên Kurd de cih girtibû.
Îsa digel Radyoya Êrîvanê di dawetan de jî stran gotibû. Di dema dawî de jî klamên wê di MMC'ya kurd de her dihatin weşandin.