Diyarname
Koma Xwendinê ya Semsûrê di civîna xwe ya nû de li ser pirtûka Bahoz Baran “Qîza Bavê Xwe” sekiniye. Berê jî me gotibû encamên nirxandinên Komên Wêjeyê bên emê belav bikin. Em vê encama Koma Xwendinê ya Semsûrê jî belav dikin û li benda nirxandinên komên din in jî. Çi nirxandinên koman bên bêyî em dest bidinê emê belav bikin.
Kerem bikin.
***
Ji demeke dirêj şûnde me wek Koma Xwendinê ya Semsûrê dîsa dest bi xwendinan kir. Pirtûka me ya vê carê ya Bahoz Baranî ya bi navê “Qîza Bavê Xwe” bû. Mihemed Elî wekî moderator, Bîlal Azad, Xidir, Ayşegul u Zeyneb beşdarî vê civînê bûn ku cîn roja 14’ê vê mehê li dar ket. Nirxandina koma me bi vî rengî ye:
Pirtûk, ji çîrokên kurt pêk hatiye, tê de bi tevahî çardeh çîrok hene û 112 rûpel in. Wer xuya dike ku piraniya çîrokan jî hatine tomarkirin, ango ne telîf in.
Ji aliyê hunera edebî ve çîrokên bi navê “Gelo Mela Çima Mir?”, “Kenê Bêtore”, “Şahevîn”, “Qîza Bavê Xwe” ji yên din pêşvetir in. Çîrokên din, bi gelemperî ji bîranînan yan bûyerên qewimî yan jî ji veguhastina çîrokên xelkî pêk hatine.
Mînak, di çîrokên wekî “Mela Şekir”, “Hezar Carî Hela”, “Dolmîşa Xalê Miheme”, “Xaltiya Eyşo” bêhna bûyerên û kesên rastîn heye.
Li aliyê din, di “Şahevîn” ê de jî bêhn û tehma efsaneyekê heye. Divê çend caran bê xwendin. Çîrok, ji aliyên wekî di zimanê kurdî de erotîzm, hêza evînê û zimanê evîn û evîndariyê ve balkêş e.
Her çi qas kurt bin jî, bi taybetî di çîrokên ku li kes û bûyerên rastîn hatine barkirin de mirov dikare derbarê şert û mercên derdorê û taybetiyên civakî de hînî hin tiştan bibe, nivîskar bi awayekî serkeftî qala van dike.
Em dikarin ji çîrokên wekî “Qîza Bavê Xwe”, “Kenê Bêtore” û “Gelo Mela Çima Mir?” derbarê taybetî û qeweta hunera edebî ya nivîskar hin tiştan derbixin. Li ser vê, em dikarin bêjin ku pênûsa nivîskar xurt e, û/ lê divê hîn bikemile.
Di çend çîrokan de nivîskar hewl dide peyamên/ ramanên civakî jî pêşkêşî xwendevanan bike. Hewleke hêja ye, her çi qas ev şêwe ne li gorî min be jî. Em dikarin di çîrokên wekî “Xîreta Gundiyan” û “Carna Mirov Doza Tiştên Nebaş Jî Dike!” de vê hewldanê bibîne.
Nivîskar di çend çîrokan de li ser mijarên girîng ramanên xwe derbirine. Wek mînak, di “Kenê Bêtore” de li ser “ken”î, di “Xezeb” de li ser “zewac”ê fikr û ramanên xwe jî vegotine.
Di hîn çîrokan de qehremanên/ karakterên resen hene, wekî Xaltiya Eyşo, Nisredîn, Mela Şekir, Gorbaçov… Hêjayî nasînê ne.
Zimanê nivîskar gelek sade û herikbar e, xwendin, mirov nawestîne. Bi gelemperî dişibe devoka derdora Amedê, ku bûyer jî bi piranî li wir qewimî ne yan çîrokên wê derdorê ne.
Nivîskar xuya ye serê xwe bi zimanzaniyê, bi karanîna rast û dirist ya zimên diêşîne, mirov di hevokan de vê qeytê hîs dike.
Nîşeya dawî, ji aliyê bergê, çapê, tîprêziyê ve çapeke serkeftî ye.
Bo min, bi taybetî tiştekî girîng e ku Kurd weşanên xwe bi qalîte çêkin. Dîtin û xwendina çapeke wiha ez bextewar kirim.
Hesabên Diyarnameyê
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com


