Diyarname
Nivîskara kurd Fahriye Adsay îro serê sibê saet li Amedê hat binçavkirin.
Li gor agahiyan ku weşangerê wê Edîtorê Weşanên Avesta Abdullah Keskin belav kir, serê sibê aset dor 06.30'yan polîs çûne mala wê ew girtine bin çavan. Adsay birine TEM'a Amedê.
Fahriye Adsay nivîskar û wergerek e. Heta niha gelek pirtûk wê wergerandine. Pirtûka wê ku wê bi xwe nivîsî jî bi navê "Yezîkî Kadinlar" sala 2014'an ji Avestayê derketibû. Adsay niha li ser nameyên Tolstoy û Gandhi dixebetî. Nivîskar û werger Adsay edîtoriya kovara Zarema ku niha dernayê jî kiribû.
**
Nivîskar Fahriye Adsay piştî çend rojên binçavkirinê roja 4'ê sermaweza 2020'an hat berdan. (Not: Ev agahiya berdanê roja ku ew hat berdan li nûçeyê hatiye zêdekirin)


