Çayê û qehweyê dema ku pir germ (kel) be venexwin. 5 deqîqeyan li bendê bimînin bila sar bibe, ev yek wê we ji rîskeke pir mezin biparêze. Vexwarina çay û qehweya 70 derece germ, rîska qanserê 8 qat zêdetir dike
Rojnameya Timesê der barê mijarê de nûçeyek weşand. Li gorî nûçeyê pisporan diyar kiriye ku vexwarinên zêde kel (germ) rê li ber qansera (şêrpençeya) gewriyê, ango borîya xwarinê vedike. Li gor vê yekê, vexwarina çay an jî qehweya ji heftê dereceyî keltir rîska qanserê 8 qat zêdetir dike.
Li Ewropa û Amerîkayê bi giştî cigare û alkol dibe sedema qansera gewriyê. Lêbelê lêkolîneke ku li bakurê Îranê hatiye kirin û di Kovara Brîtîsh Medîcal Journal de hatiye weşandin, nîşan dike ku ev nexweşî li vê herêmê pir zêde derdikeve holê. Tê zanîn ku li Îranê vexwarina alkol û cigareyê kêm e. Hatiye diyarkirin ku mirovên li vê herêmê çayê pir germ-kel vedixwin.
Di rewşa herî germ de (70 derece û zêdetirî wê) rîska qanserê 8 qat zêdetir dike. Mirov 2 deqîqeyan li benda sarbûna çayê bisekine hingê rîsk dadikeve 5 qatan. Ji bo bi temamî ji holê rakirina rîska qanserê divê mirov herî kêm 5 deqîqeyan li bendê bisekine ku çayê sar bibe.
Çavkanî: Radikal


