• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • NÎQAÞ

Ji bo Zapatayan xweserî berxwedan e

Dîrok : 07 08 2011 | Beþ :

NÎQAÞ

Hevpeyvîn: Meral ÇÎÇEK
 
Di 1'ê rêbendana 1994'an de Zapatîstayan ji bo mafên wekhev serî hildabû, ji wê rojê heta niha gelek tiþt guherî. Beþeke girîng a civakê ji xwe bi rê ve birina siyasî heta çanda serbixwe, ji qontrola li ser çavkaniyan heta pergala hiqûqê xweseriyeke saz kirine; ji Meksîkayê xwestina vê xweseriyê wêdetir, digel dewleta Meksîkayê jî wan ev xweserî xistiye pratîkê. Ev sazkirine helbet ne bê problem û astengiyan e, mirov hê nikare bibêje ev pêvajo temam jî kirine. Lê bi gavên bi biryar demokrasiya radîkal a herêmî pêþ ve dibin, li aliyê din veguherîna civakî pêk tê. Aktîvîst û rojnameger Javier Elorriaga ku ji bo qalkirina van xebatan ji Chiapasê hat Almanyayê me li ser van xebatan xeber da. Me dît ku fikra xweserî û neteweyî ya Zapatîstayan ji ya kurdan ne cudatir e.

Di bin pêþengiya Zapatîstayan de li Chiapasê xweseriyeke komînal a girîng hate sazkirin. Hûn bixwazin em ji vê pêvajoya sazkirinê dest pê bikin.

- Zapatîstayan pergala xwe saz kir. Bêyî ji dewletê bixwazin, bi hêza gel ava kirin. Ji hikumetê tu tiþtekî nexwestin. Jixwe bi qasî mîsqalekê jî baweriya wan bi hikumetê tune ye. Ji bo sazkirina xweseriyê pêdivî bi bingeheke madî heye. Lê di vê gavê de jî bêyî piþta xwe bidin dewletê biryareke teqez a sazkirina pergalê hebû. Pergala li wê derê bi temamî otonom e. Mînak dayîna perwerdehiyê, formasyona mamosteyan, qada tenduristî, klînîk, nexweþxaneyên biçûk, perwerdehiya xebatkarên tenduristiyê; ev hemû bêyî têkilî bi hikumeta navendî re saz bikin bi awayekî xweser saz kirin û pêþ xistin.
Li piþt perdeyê ji bo mafên gelê herêmî li hemberî hikumeta Meksîkayê têkoþîn hebû. Gotin: "Em gelê herêmî, ê esil ê vî welatî ne, em dixwazin bibin parçeyeke vê neteweyê. Dîroka tije zordariya dewletê ye. Em dixwazin mafên me jî wekî gelên din ên li Meksîkayê dijîn wekhev be." Di nav pêvajoyê de li hemberî artêþa hikumetê têkoþîna çekdarî hate dest pê kirin. Lê tevî vê jiyan û civak ji nû ve hatin sazkirin. Mirovan nedixwest ji derve ve wan bi rê ve bibin, wen dixwest ew xwe bi xwe bi rê ve bibin. Di nav Meksîkayê de xweserî dixwestin. Armanc serxwebûn e. Lê ji serxwebûnê çi tê fêmkirin ew girîng e. Em xwe wekî parçeyeke Meksîkayê dibînin. Lê ev parçeya Meksîkayê ku aîdê me ye em dixwazin têde pergala xwe saz bikin û þikil bidinê.

Baþ e, di vê pêvajoyê de têgehên wekî dewlet, desthilatdarî, hîyerarþî roleke çawa dilîzin?

- Roleke zorkar dilîzin. Mînak: Divê modeleke demokrasiyê hebe ku têde bi rastî gelê Meksîkayê çi dixwazin nîþan bidin. Modela xweseriyê ku me saz kiriye, bi feresata xwe li gor me ji polîtîkaya navendî zêdetir bingehîn e. Lê em wekî gelê Chiapasê em vê modelê bi zorê nadin ber gelên din ên li Meksîkayê dijîn. Modela xweserî ya Zapatîsyayê ku em jêre dibêjin "Cuntaya Rêveberiya Baþ" ji bo me modeleke bi fêde ye, bi kêr e. Ji ber ku em vê modelê li erdnîgariya xwe, li gor paþeroj û rastiya xwe saz dikin. Lê ev model dê bikêrî gelên din ên Meksîkayê bê, dê fêdeya wê ji bo wan hebe yan na em biryara vê yekê nadin. Lewre ji bo sazkirina demokrasiyeke rastîn divê em têbikoþin û gel piþtî vê yekê kîjan modelê bixwazin dê biryara wê bidin. Em bi xwe jî wekî modeleke her demî, modeleke ku nayê guhartin li xweseriyê nanêrin. Em hê di pêvajoya sazkirinê de ne, di dawiya vê pêvajoyê de dibe ku tiþteke din jî derkeve, vê yekê dê mirov biryar bidin. Tiþtê girîng, ji bo ku mirov biryara xwe bidin divê bingehek bê amadekirin. Dibe ku biryara modeleke din, modeleke xwe bi rê ve birinê bidin.

We got li gor rastiya gelê Chiapasê me ev model ava kiriye. Berî vê jî li ser modela xwe bi rê ve birinê tecrubeyeke we hebû?

- Li herêma Zapatîsta, beri serhildana çekdarî ya gel a li hemberî hikumetê kêm be jî bi awayekî gel xwe bi rê ve dibir. Yanê civakên li Chiapasê bi awayekî xwedî modeleke xwe bi rê ve birinê bûn. Lê li derve hikumeteke ku ji te re dibêje tuyê çi bikî, di vî warî de fermanan dide heye. Hikumetê bi vî þiklî modela ku li wê derê hatibû sazkirin xira dikir. Û ev ne tenê xirakirina modela li wê dere bû. Ji vê jî wêdetir mudexeleyê têkoþîna demokratîk ku dihat kirin jî kirin; ev têkoþîn têk birin. Di dawiyê de jî sistbûn derdiket holê. Ji ber vê yekê ji aliyê me ve, bi rê ve birina xweseriyê, sazkirina xwe bi xwe bi rê ve birinê, li hemberî dewleta ku navendîbûnê dide ber me, berxwedanek e. Berxwedan divê wekî tenê bi çekdarî berxwedan neyê fêmkirin. Xweserî berxwedaneke ber bi çav e, a rast têkoþînek e.
Li nava Chiapasê li hemberî vê modelê têkoþîneke tune ye. Ev pergal li vir tê qebûlkirin, wekî rêveberiyeke tê qebûlkirin. Em bibêejin dê li ser gundekî biryareke bê girtin, divê ew gund bi xwe vê biryarê bide. Li gundên cur bi cur yekîtî tê sazkirin, civîn têne sazikirin, nûnerê/a her gundî beþdarî vê dibe. Li vê derê pirsgirêk têne tesbîtkirin, li çareserî tê gerîn û ji gundan dest pê dikin û xweseriya herêmî tê avakirin. Jixwe gel li hemberî vê berxewnade.

Hûn dikarin hinek qala vê pergalê bikin?

- Civakên em ji wan re dibêjin "Comunidad" di nav pergala xwe bi rê ve birina alternatîf de asta herî jor temsîl dikin. Sînorên navçeyên ku ji aliyê dewletê ve hatine diyarkirin ji aliyê erdnîgarî û çandî ve ji nû ve hatin diyarkirin. Erdnîgarî li pênc herêman hat parvekirin, em ji wan re dibêjin "caracol". Piranî ev ji hev serbixwe dimeþin. Di nav pergala civîna navendî de ev rol dilîzin. Berî her tiþtî ji aliyê navendên xwegihandin û lojîstîk ve kar dikin.
Biryara li ser jiyana hevpar aîdê Comunidadan e. Yanê rêgeza bingehîn e ku di destê yekîneyên herî biçûk de be. Her pirsgirêk û pêdiviya ku bê bîra te li vê derê di civînên giþtî yê lijneyê de tê nîqaþkirin, bi prensîba konsensusê biryar tê girtin. Nûner her gav bi hilbijartinê têne diyarkirin; ger ew peywira xwe baþ neynin cih, hema di cih de ji aliyê hilbijêran ve ew ji kar têne girtin û dîsa hilbijartin pêk tê. Dîsa rotasyon rêgeze girîng e. Bi vê yekê hem li hemberî desthilatdarparêzî tevdîr tê girtin, hem jî dikin ku heta mimkûn be her kes beþdarî xebatên îdarekirinê bibe. Yanê bi vî þiklî hemû endamên civakê bi awayekî di nav lijneya biryargirtinê de cih digirin; bi her kesî re zanîneke pêþ dikeve. Ev ji gundan ber bi "Caracol"an rêxistkirinek e.

Dema ku biryarên xwe hûn bi xwe bigirin, bi awayekî hûn rayeyên dewletên li vê herêmê bi sînor dikin. Baþ e li hemberî vê xweseriya ku bêyî hûn destûrê ji dewleta Meksîkayê bigirin we saz kiriye, dewletê çi kir, çi dike?

- Bi þer bersiv da. Þiklên cuda yên vî þerî hene. 18 sal in didome. Mînak þerê aboriyê daye dest pê kirin. Mînak ji bo civakên me xirab bike alîkariya madî pêþniyarê hin malbatan dike. Hin malbat vê yekê qebûl dikin. Bi vî þiklî dike ku civakê bide du parçe. Yan jî erdên ku me çandine dide ber agir. 18 sal in bê navber þerên bi vî rengî yên dewletê didomin.

EZLN (Artêþa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîsta) biryar da ku biryarên ku gel bistîne dê bi tu mudexeleyê wan neke. Em vê biryarê çawa fêm bikin?

- Belê, ji bo vîna sivîl biryareke wisa hat girtin. Ev yek bi awayê azadiyê ve girêdayî ye.  Tiþtê ez dixwazim bibêjim; azadiya biryargirtinê, azadiya sazkirina xweseriyê, azadiya biryardayîna gel bi xwe ya li ser çi dixwazin wê bikin. Kes zorê li te nake ku tuyê li çi biryarê bigirî. Ev yek ji bo EZLN jî derbas dibe. Tu artêþek î, hêzeke çekdar î. Artêþ vesazkirineke ji jor ber bi jêr ve ye. Belê EZLN xwedî wê peywirê ye ku gel ji dewleta Meksîkayê biparêze, ji bo vê yekê hatiye avakirin. Lê di dawiyê de artêþek e û xwedî pergala ji jor ber bi jêr ve ye. Ji ber vê yekê xwe tevî biryara ku rêveberiya demokratîk dide nake. Civam bêyî ku zordariyeke ji artêþê bibîne divê biryarên xwe bide. Peywira artêþê ew e ku erdnîgariyê û gel biparêze; peywira wê ne ew e ku civakeke nû ava bike.

Baþ e di avakirina xweseriyê de rewþa jinan di nav civakê de çawa ye?

- Rewþa jinan gelek guherî. Tevî têkoþînê jinan li hemberî newekheviyê têkoþîn da. Yanê me aliyekê de li hemberî dewleta Meksîkayê ji bo mafên gel têkoþîn da, di nav vê têkoþînê de jî jinan il hemberî cinsparêzî têkoþîn da, ji bo mafên wan bêne qebûlkirin û hurmetê bibînin têkoþîn da, ev têkoþîn hê didome. Ez dikarim bibêjim di vî warî de li Chianasê þoreþeke cinsî pêk hat. Li navenda têkoþîna jinê ya niha têkoþîna li hemberî maþîzmê, yanê zihniyeta serdestiya mêran heye. Mînak tiþtek ku her tê ser ziman, rewþa bedena jinê. Dibêjin ku bedena jinê divê ne di bin qontrola þexs, ne ya pergalê ne jî di bin qontrola kapîtalîzmê de be; li hemberî vê qontrolê têdikoþin. Serdestiya pergala mêr û ya kapîtalîzmê ji hev cuda nabînin. Berevajî vê têkoþîna li hemberî pergalê di heman demê de wekî têkoþîna li hemberî serdestiya mêr jî dibînin.
Ez ji we re mînakek bidim ku jin di vî warî de çiqas pêþ ve çûne. Li herêma Zapatîsta jinan vexwarina alkolê (meyê) qedexe kir!

Çima?

Ji ber ku wisa gotin: "Aborî hemû malbatê eleqedar dike, divê ne di bin destê kesekî de be. Em jî wekî mêran li nav zeviyê dixebitin. Em ji çem avê tînin. Em xwarinê çêdikin. Lê mêr paþê diçin bajêr, pereyên ku di bin mercên dijwar de me qezenc kirine didin alkolê. Çima? Em vê naxwazin. Ger em hemû bi hev re vî pereyî qezenc dikin wê çaxê ev pere dê çawa bê xerc dikin divê em bi hev re biryara vê bidin. Alkol tiþtek aîdê kesek e û malbatê xira dike." Ji ber vê yekê li nav civaka me alkol qedexe ye.

Baþ e, mêran li hemberî vê biryarê çi bertek nîþan da?

Jin û mêr xwedi heman mafan in. Ji aliyê taktîkê ve ev biryar ji bo amadehiya têkoþîna çekdarî jî bikêr hat. Ji ber ku ger tu artêþeke çêbikî, mirovên di navê de divê alkolê venexwin. Em gelekî ne ku têkoþînê didin. Ji ber vê yekê em alkolê bikar naynin. Jin rêxistinkirî ne û ger nexwazin alkol bê bikaranîn, hemû civak vê birara wan tîne cih.

Di nav EZLN ku têkilhev e de jin jî serleþkeriyê dikin. Di nav civaka li ser azadiya cinsî, komunal, xweser hatiya avakirin de nakokiyên çawa derdikevin holê?

- Hemû nakokiyên ku civakên heyî dijîn em jî dijîn. Ger mêr bifikire ku li ser jinê xwedî maf e helbet di nav civakê de dê nekokî û pevçûn derên. Li her derê dinyayê ev heye. Lê yê te pergaleke te ya sosyalîst heye û ev pergal dibêje, "na, hûn wekî hev in." Li cem me, têkoþîna ku ji bo mafên gelê Chiapasê tê dayîn, ji bo mafên wekheviya nav cisnan jî tê dayîn.
Ev têkoþîn di her qada jiyanê de tê dayîn. Hemû beþên civakê, hemû endam her gav pejinkar in, bi awayekî zane tevdigerin. Ez nabêjim ev yek me eleqedar nake, em nakevin nav metirsiyê. Na, em her di nav tirseke wisa de ne, em mecbûr in pejinkar bin. Divê em her jê hay hebin ku di vê têkoþînê de azadî ji bo her tiþtî ye, ji hev nayê veqetandin.
Pergala têkilhev û xweser a jinan heye. Mînak hin kooperatîfên ku tenê aîde jinanin hene, jin bi serê xwe van organîze dikin. Karê ku jê tê bi dest xistin jî dê çawa bê bikaranîn ew bi xwe biryara vê didin.

Perwerdehiya ku piranî di bin destê dewletê de bû jî we kiriye xweser. Di nifþê ku di nav vê perwerdehiya nû de mezin bûye de cudatiyeke çawa hûn dibînin?

- Belê, nifþek nû gihîþt. ew zêditir amade û jîr in. Piþtî 16 saliya xwe di nav "Cuntaya Rêveberiya Baþ" de cih digirin. Di nav her qada civakê de cih digirin. Ew mamoste, hemþîreyên niha ne. Û mînak bi perwerdehiya ku wan girtiye ew dizanin li dinyayê çi diqewime; li Kurdistana ku bi hezaran kîlometre dûrî vir e de çi diqewime û ew dizanin mirovên li wê derê ji bo azadiyê têdikoþin. Bi rastî jî nifþek cuda û nû gihîþt.

Di 18 salan de digel hebûna dewletê jî we xweserî ava kir. Ji vê wêdetir çi hedef li pêþiya we ne?

- Pirsgirêka dewletê hê li cihê xwe disekine. Dibe ku em gihîþtibin astekê lê em dixwazin zêdetir rewþa jiyana gel baþtir bikin, ji bo vê yekê em dixebitin. Her wiha divê bi gelên din ku têkoþînê didin re têkiliyên xurt çêbibin. Bi taybetî tevî gelên din ên nav Meksîkayê divê em têkoþîneke hevpar saz bikin ku ev yek wekî peywir li pêþiya me ye. Ew jî dibînin ku divê têbikoþin, ji ber ku di nav kapîtalîzmê de dijîn. Dibe ku li erdnîgariya xwe xweser bin jî, lê di dawiyê de di nav aboriya kapîtalîst de ne. Guherîn divê li herêmên din ên Meksîkayê jî çêbibe. Ger guherîneke rastîn çê bibe, divê tu xwe wekî giravek, getto yan jî dewleteke biçûcik nebînî. Em dixwazin aboriya xwe saz bikin û di nav vê pêvajoyê de divê perspektîfa me neteweyî û navneteweyî be.

Ji ber ku modelên cuda yên xweseriyê hene, dema xweserî tê gotin her kes her tiþtî fêm nake. Mînak xweseriya li Chiapasê û ya li Spanyayê çi ferqa di navbera wan de heye?

- Xweseriya li Spanyayê ji aliyê hikumeta navendî ve hate dayîn. Me ji kesî tiþteke wisa nexwest. Me erêkirina kesî nexwest, me bi xwe kir. Tu dixwazi hikumeta navendî biecibîne yan neecibîne ne xema me ye. Ji xwe me ev yek li hemberî hikumeta navendî saz kiriye. Li Chiapasê, li herêma Zapata xweseriya heyî armanca wê ne cudakirina welat e. Berevajî vê armanc entegre ye, lê li ser þertê wekheviyê. Em gelên herêmî yên vê derê ne, ji 500 salan ve ye em li derveyî Meksîkayê ne. Niha em bi wekhevî dixwazin li nav Meksîkayê de cih bigirin. Armanca xweseriya me ev e.
Xweseriya li Spanyayê yan jî federasyon modeleke navdewletî ye. Yanê gelên li wê derê, mînak gelên Bask û Katalan li hemberî wateya milet a li nav zagona bingehîn in. Di fikra Zapata de li hemberî neteweyê tu pirsgirêk nîn e. Pirsgirêk ew e ku wan dike martînal. Ji ber vê yekê me dest bi avakirina xweseriya xwe kiriye. Mînak, Zapatayan tu demê fikra parçebûna ji parçeyên din ên Meksîkayê nexist rojeva xwe. Em niha ji aliyekê ve pergala xwe saz dikin, di heman demê de em ji xwe re dikin armanc ku ev guherîn bandorê li hemû welat bike. Lê di dema li bendemayîna vê de em rastiya xwe ya nû ava dikin. Em bibêjin li hemû welat guherîn çêbû, wê çaxê dê ev modela xweserî bidome, yan dê tiþteke din bê sazkirin, vê yekê em ji niha de nizanin. Ev pirs in ku em hê nizanin bersiva wan çi ye.

 

* Weþandina vê hevpeyvînê ya di Yenî Ozgur Polîtîkayê (06.08.2011) de tam rastî dema nîqaþa me ya LI DINYAYÊ XWESERÎ hat. Ji bo girîngiya vê hevpeyvînê û eleqeya bi nîqaþa me re me wergerand kurdî.

Wergera ji tirkî: Cemil Oguz

 

***

 

Nivîsên di nîqaþa "LI DINYAYÊ XWESERÎ" de hatine weþandin:

- Þerefxan Cizîrî: Li Skandînavyayê rewþa modelên xweseriyê

- Fêrgîn Melîk Aykoç: Xweseriya li Belçikayê

- Zekî Ozmen: Almanyaya Federal û Xweseriya Demokratîk

-Îsmaîl Dîndar: XWESERIYA DEMOKRATÎK ÎRO NEBE KENGÎ?

- Omer Dilsoz: “Xweseriya Demokratîk” û modela Baþûr

- Em 'LI DINYAYÊ XWESERÎ'yê nîqaþ dikin

 

 

 

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

11 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya...

09 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat...

04 09 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

31 08 2013

Ev jî hene

Hilbijartin û hin rastî

Hilbijartin û hin rastî

24 06 2011

Em, dijminên xweþikbûnê

Em, dijminên xweþikbûnê

15 01 2009

Werger û wergêr -1- (Werger karekî pîroz e û profesyonelî dixwaze)

Werger û wergêr -1- (Werger karekî pîroz e û profesyonelî dixwaze)

01 02 2010

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

31 08 2013

Ez Heft Salî... Heft Êþî Bûm...!

Ez Heft Salî... Heft Êþî Bûm...!

03 02 2009

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Romana nûjen an jî kevneþopîn?

Çorê ARDA

Çorê ARDA

Anatomiya Fermana Dîtiran

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Kovarê kirmanckî

Cemîl Andok

Çorê ARDA

KORERÊYA VEBÊJ

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Gelo ev “bêqewlê” li kî derê ye?

Omer Dilsoz

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Mîrza Ronî
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2023 Diyarname