Diyarname
Di 76'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê de fîlmên serketî hatin xelatkirin. Lîstikvan Merve Dizdar ku di fîlmê Nuri Bilge Ceylan de list xelata Lîstikvana Herî Serketî girt. Xelata Lîstikvanê Herî Serketî jî bi rola di fîlmê "Perfect Days" de lîstikvan Koji Yakusho girt.
CEYLAN BI 'KURU OTLAR USTUNE' BEŞDAR BÛBÛ
Derhêner Nuri Bilge Ceylan bi fîlmê xwe "Kuru Otlar Ustune" beşdarî festîvalê bûbû. Lîstikvan Merve Dizdar i rola "Nuray" di fîlm de lîstibû. Dizdar di fîlm de rola mamosteyeke dilîze.
Dizdar di dema xelatgirtinê de axivî û got, "Rola min lîst Nural jineke ku ji bo hebûna xwe têdikoşe û li ser vê rêya têkoşînê berdêlan dide. Min dixwest ji bo wê binasim û fêm bikim gelek bixebitim, lê mixabin li erdnîgariya ku ez dijîm mirov ji bûyînê ve bi çîroka Nuray û Nurayan dizane."
'DIYARÎ JINÊN DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN DIKIM'
Dizdar diyar kir ku ew vê xelatê diyarî Nuray û jinên têdikoşin dikim û got, "Ez diyarî yên ku li ser vê rêya têkoşînê her tiştî digirin ber çavan, diyarî hemû xwişkên xwe ku çi dibe bila bibe dest ji hêviyê bernadin û diyarî hemû rihên têkoşîner ku li Tirkiyeyê li benda rojên xweş in dikim."
Xelatên Din:
- Xelata Palmiyeya Zêrîn: Justine Triet (Bi fîlmê "Anatomy of a Fall" girt)
- Xelata Mezin a Festîvalê: The Zone of Intenest (Derhêner Jonathan Glazer)
- Xelata Derhênerê Herî Serketî: Tran Anh Hung (Bi fîlmê The Pot-au-Feu)
- Xelata Lîstikvanê Herî Serketî: Koji Yakusho (Bi rola di fîlmê Perfect Days de)
- Xelata Lîstikvana Herî Serketî: Merve Dizdar (Bi rola di "Kuru Otlar Ustune" de)
- Senaryoya Herî Serketî: Kore-eda Hirokazu (Kaibutsu)
- Kameraya Herî Serketî: Pham Thien An (bi fîlmê xwe "Inside the Yellow Cocoon Shell")
- Xelata Taybet a Juriyê: Fallen Leaves (derhêner Aki Kaurismaki)
- Kurtefîlmê Herî Serketî: 27 (derhêner Flora Anna Buda)
Derhêner Justine Triet bi fîlmê "Anatomy of a Fall" Xelata Palmiyeya Zêrîn girt.
***
Nûçeyên Elelqedar:
- Festîvala herî navdar: Cannesê dest pê kir
- Ji ber festîvalê çalakiyên li bajêr hatin qedexekirin
- Posterê fermî yê Cannesê hat belavkirin
- Lîsteya Cannesê eşkere bû, NBC jî têde ye
- Serokê Juriya Cannesê hat eşkere kirin