Roja hilbijartinên li Baþûr diyar bû
Diyarname
Li Herêma Kurdistana Federe roja hilbjartina ji bo Serokê Herêma Kurdistanê û Parlemena Kurdistanê diyar bû. Li gor agahiyên ku hatine Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotiye ku di 30'ê meha rezberê de hilbijartin li dar bikeve. Par hilbijartin hatibûn bi paþ ve xistin.
Du sal berê hilbijartina ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê nehatibû kirin û di sala 2015'an de serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo du salan hatibû dirêjkirin. Par ji ber referandûm û paþê jî êrîþên li ser Baþûr hilbijartin çênebûbû. Pêre hilbijartinên parlemenê jî hatibûn bi paþ ve xistin. Niha li bendê ne ku her du hilbijartin bi hev re li dar bikevin.