Samî Tan
Min ji mêj ve dixwest der barê hinek mijarên rêzimanî û zimanê çapemeniya kurdî de binivîsim. Lê belê grevên birçîbûnê ketin navberê lewre jî min ev nivîs taloq kir. Vê hefteyê ez dixwazim der barê çend mijarên rêzimanî û rastnivîsî de bîr û ramanên xwe bibêjim.
Pêşî min divê der barê çapemeniya kurdî de çend tiştên gelemeperî bibêjim. Zimanê çapemeniya kurdî mixabin hê jî di bin bandora zimanê tirkî de ye.
***
Hê jî piraniya nûçe û nirxandinên ku em bi kurdî dixwînin werger in an jî di bin bandora zimanê tirkî de hatine nivîsandin.
Di mercên îroyîn ku kurd tê de dijîn de belkî ev rewş wekî tiştekî suriştî were dîtin, lê belê zimanê kurdî yê nivîskî hê di pêvajoya pêkhatinê de ye, lewre jî ev yek dê çarenûsa zimanê kurdî diyar bike.
***
Ji ber vê yekê, em kesên ku bi kurdî dinivîsin, divê di vî warî de gelekî hişyar û serwext bin, hinekî dilsoj û dilzîz bin.
Min ji bo amadekirina vê nivîsê bala xwe da çend hejmarên Azadiya Welat, bikêfxweşî min dît ku zimanê rojnameyê gelekî birêkûpêk bûye, gelek şaşiyên ku berê dihatin kirin, êdî nayêne kirin an jî pir kêmtir bûne. Ez serê pêşî hevalên edîtor û redaksiyona rojnameyê pîroz dikim.
Ez hêvî dikim ku zêdetir bala xwe bidin û rêzik û pîvanên rêzimanî û zimanzanî.
Piştî van nirxandinên giştî min divê dêhn û balê bikêşim ser çend şaşiyên ku bi gelemperî tên kirin.
Mijara pêşîn bikaranîna avaniya tebatî ye. Avaniya tebatî di kurmancî de bi alîkariya lêkera hatin pêk tê. Armanca avaniya tebatî veşartina kirdeyê ye.
***
Di zimanê rojnamegerî û dîplomasiyê de bikirên hin karan têne veşartin. Li şûna ku bibêjin, “Filankesî dizî kiriye.” dibêjin, “Li vê derê dizî hatiye kirin.”
Di avaniya tebatî de li şûna bikir, tiştê ku tê kirin (bireser) derdikeve pêş. Lewma jî divê lêkera ku tê bikaranîn lêkereke gerguhêz be anku kirde û bireser ji hev cuda bin ta ku mirov karibe kirde veşêre û bireser derxe pêş.
Mînak:
Min derî vekir.
Derî hat vekirin.
Lê belê di zimanê tirkî de tiştekî ji edatan der dikin û lêkerên negerguhêz jî dikin tebatî, her wekî “öğrenildi”, “gidildi” , “gelindi” hevalên me yên çapemeniyê jî (bi taybetî televizyona kurdî) vê yekê li kurdî werdigerînin û dibêjin “hate hînbûn”, “hate çûn”, “hate hatin”.
Şaşiyeke din ku van demên dawîn pir tê kirin, di warê ahenga deman de ye. Min di pirtûka xwe ya bi navê “Rêzimana Kurmancî” de beşeke taybet ji mijara ahenga deman re veqetandiye.
***
Di kurmancî de hizir û ramanên veguhastî yên dema borî bi dema boriya dûdar tên vegotin.
Nivîskarê pirtûkê diyar kir ku wî heta niha deh roman nivîsandine.
Lê em di çapemeniya kurdî de dibînin ku, “Nivîskarê pirtûk diyar kir ku wî heta niha deh roman nivîsandin.” Ev form şaş e û zimanê kurdî xera dike. Sedemeke vê şaşiyê jî nezanîna wateya dema boriya dûdar e.
***
Ew dema boriya dûdar a kurdî wekî “-mişli geçmiş zaman”a tirkî dibînin, lê dema boriya dûdar a kurdî ji “-mişli geçmiş zaman” a tirkî cudatir e.
Dema boriya dûdar a kurdî ji “-mişli geçmiş zaman”ê zêdetir “past perfect”a îngilizî ye. Ev mijar jî di pirtûka min de bi berfirehî hatiye îzahkirin. Ez hêvî dikim hevalên me yên ku nûçeyan amade dikin, di vî warî de hişyar û serwext bin.
Mixabin di warê ergatîvî û mêjer (pirjimarî/yekjimarî) a navdêr û cînavkên xwerû de hê jî gelek şaşî têne kirin.
Bo nimûne:
Çewt
Tamîlan merasîma bîranînê lidarxistin.
Rast
Tamîlan merasîma bîranînê li dar xist.
Çewt
… ev yekê eşkera kiriye.
Rast
... ev yek aşkera kiriye.
Çewt
Berxwedana Rojava planên qirêj pûç kir.
Rast
Berxwedana Rojava planên qirêj pûç kirin.
Her wekî min di destpêkê de jî diyar kir, qonaxa ku em tê re derbas dibin ji bo kurdan û zimanê kurdî pir girîng e, zimanê nivîskî yê kurdî di vê qonaxê de teşe digire, lewre jî helwesta me ya li hemberî zimanê kurdî dê çarenûsa kurdiya nivîskî diyar bike.
Heke em naxwazin kurdiya nivîskî bibe zimanekî çêkirî û tirkiya bi peyvên kurdî, divê em hê zêdetir bala xwe bidin rêz û rêzikên zimanê xwe û di nivîsên xwe de qalib û şayesên zimanê axaftinê, zargotina kurdî û zaravayên din ên kurdî ji tirkî zêdetir li ber çavan bigirin.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin
***
Nûçeya eleqedar:
- Li ser gotin û qalibên kurdî


