logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Mourinho li Dadgeha Ewropayê giliyê Tirkiyeyê kir
news-details

Agahiyên nû li ser Festîvala Fîlman a Stenbolê

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 4-19'ê meha avrêlê de li dar dikeve. Vane hin agahiyên nû yên

  • Dîrok: 08/03/2015
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 4-19'ê meha avrêlê de li dar dikeve. Vane hin agahiyên nû yên li ser festîvalê:

Fîlmên xelatgir

- Di çarçoveya Galayên Akbankê de gelek fîlmên xelatgirt ên derhênerên navdar têne nîşandayîn. 14 fîlmên di vê çarçoveyê hatine amadekirin yekem car li Tirkiyeyê têne nîşandayîn.Ji fîlmê Paul Thomas Anderson û François Ozon heta fîlmê Cefer Panahi ku li Berlînê Xalat Hirça Zêrîn girt gelek fîlm hene.

Fîlmê Paul Thomas Anderson "Inherent Vice" di du waran de bûbû berendamê Oscarê.

9 derhênerî fîlmekî kişand ku di nav wan de derhênerê kurd Behmen Qubadî jî heye. Dehênerên din Guillermo Arriaga, Emir Kusturica, Amos Gitai, Mira Nair, Warwick Thornton, Hector Babenco, Hideo Nakata, Álex de la Iglesia ne ku fîlmê bi navê "Words with Gods" kişandine. Fîlm li erdnîgariya cihê li ser pergala baweriyan (ji hindû heta misilmantî) hatiye kişandin. Her yek derhênerî ji aliyek ve li meseleyê nêriye. Derhênerê kurd Behmen Qubadî dê li festivalê jî amade be.

Fîlmê Bertrand Bonello"Saint Laurent" li Cannesê berendamê Palmiyeya Zêrîn bû.

Fîlmê Oliver Hirschbiegel "13 Minutes" li ser çîroka rastîn a serdema Almanyaya Nazî hatiye kişandin. Fîlm portreya berxwedêr Georg Elser ê ku li hemberî Hîtler suîkast pêk anî pêşkêş dike. Derhêner Oliver Hirschbiegel berê jî bi navê "Downfall" (Têkçûn) li ser rojên dawî yên Hîtler fîlmekî kişandibû û gelek bal kişandibû ser xwe.

Fîlmê François Ozon "The New Girlfriend" li festîvalên San Sebastian û li St Petesburgê xelat girtibû, niha tê Stenbolê.

Derhênerê Îranî Cefer Penahî bi fîlmê xwe "Texsî" ku li Berlînê Xelata Hirça Zêrîn girt dibe mêvanê Stenbolê. Penahî ev fîlm jî bi dizî li Îranê kişandiye. Qedexeye ku ew derkeve derveyî Îranê. Di "Texsî" de portreya Îranê tê pêşkêşkirin.


'Yilanlarin Ocu' hat nûkirin

- Festîvalê heşt sal berê ligel Groupama dest bi nûkirina fîlmên klasîk ên Tirkiyeyê kir ku piştî nûkirina wan weşandinê kir. Di vê çarçoveyê de îsal fîlmê derhêner Metîn Erksan "Yilanlarin Ocu" hatiye nûkirin û tê pêşkêşkirin. Fîlmê "Yilanlarin Ocu" ku derhêneriya wî Erksan kiriye Fîkret Hakan, Nurhan Nur, Aliye Rona, Kadir Savun, Şadiye Arcıman û Erol Taş têde lîstiye. Fîlm di sala 1962'yan de hatibû kişandin û dema hatibû nîşandayîn li Enqere, Edene û hin bajarên din bûyer derketin, salonên sînemayê zirar dîtibûn. Fîlm piştî ku Serokomarê wê demê Cemal Gursel destûr dabû hatibû nîşandayîn. Fîlm ji çîroka Fakir Baykurt a bi heman navî hatiye girtin û Lijneya Sansurê ya wê demê hin sehneyên wî sansur kiribûn.

Xelatên rûmetê

- Festîval her sal Xelatên Rûmetê yên Sînemayê dide kesên ku di vî warî de bi salan ked dane. Îsal festîval xelatê dide derhêner û sazkarê fîlman Yilmaz Atadeniz, muzîkar Cahit Berkay, lîstikvan Nebahat Çehre, senarîst û derhêner Safa Onal û lîstikvan Suleyman Turan. Êvara 3'yê avrêlê di merasima vekirina festîvalê ya li Salona Lutfi Kirdan de dê bêne dayîn.

Serokê Juriya Laleya Zêrîn Demîrkubuz e

- Di festîvalê de di gelek waran de pêşbazî heye û beşa Laleya Zêrîn a Neteweyî ji fîlmên Tirkiyeyê pêk tê. Serokê Juriya Laleya Zêrîn derhêner Zekî Demîrkubuz e. Di vê beşê de di warê fîlm, derhêner, lîstikvan (jin û mêr), derhênerê dîmenê, vesazkirin, senaryo, muzîk bi giştî di 9 waran de xelat tê dayîn. Xelata ji bo Fîlmê Herî Serketî 150 hezar TL, ji bo Derhênerê Herî Serketî jî 50 hezar TL ye.

Belgefîlmê berendamê Oscarê

- Festîval her sal qîmeteke baş dide belgefîlman û ji dinyayê belgefîlmên baş tîne pêşkêş dike. Îsal yek ji wan jî belgefîlmê bi navê  “The Salt of the Earth / Xwêya Axê" ye ku bûbû berendamê Xelata Oscarê. Belgefîlmê derhêner Wim Wenders nekarî Oscarê bigire lê li gelek cihên din xelat bi dest xistiye. Niha ew di Beşa Nifşê Belgefîlman a NTV de dê bê nîşandayîn.
Her wiha ji ber vê qîmetdayînê îsal beşa Pêşbaziya Belgefîlman jî li festîvalê hatiye zêdekirin.

Bi temamî bernameya festîvalê vê hefteyê tê eşkerekirin.

**

 

Nûçeya eleqedar:
- Pêşbaziya belgefîlman jî li festîvalê hate zêdekirin

 

Parve Bike

Youtube Me

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

news
  • 23 05 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 23 05 2026

Şahmaranê ji nû ve dineqişîne

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tarkan li Amedê derket ser dikê

ad

Konferansa Kurdî dest pê kir; va ne agahiyên li ser konferansê

ad

Vaye rêveberiya nû ya Tevgera Azadî

ad

Xelata Wêjeyê ya Dublînê dan Rawi Hage

ad

Di calakiya HRRK'ê de rojnamegeriya kurdî hat nîqaşkirin

ad

Li hemberî qedexeya ziman, ziman derxistin!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname