Diyarname
Nivîskara pirtûkên “Harry Potter” J.K Rowling ha tehdîdkirin. Li New Yorka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nivîskarê bi eslê xwe hindî Salman Ruşdî rastî êrîşê hatibû û ew hê jî li nexweşxaneyê ye û rewşa wî krîtîk e. Nivîskar J.K Rowling ev êrîşa li ser Ruşdî rexne kir û ji ser hesabê xwe yê tora civakî re wisa nivîsî, “Ev nûçeyeke gelek xirab e. Ez niha xwe di rewşeke gelek xirab de hîs ikim. Ez hêvî dikim ew dê baş be.”
Piştî peyama wê bi ser tora civakî re peyama “xeman nexwe dê dora te jî were” Rowling hat tehdîdkirin.
Nûçeya Eleqedar:
- Kêr li nivîskar Salman Ruşdî dan


