Diyarname
Na, ne li Tirkiyeyê, li Almanyayê hikumete biryarek girt û li gor vê biryarê dê xala leşkeriya mecbûrî ya di Zagona Bingehîn a Almanyayê de piştî 1'ê tîrmeha 2011'an neyê xebitandin.
Di Zagona Bingehîn a Almanyayê de xaleke heye ku têde dinivîse ku her kes mecbûr e ku here leşkeriya xwe bike. Lê niha Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Karl-Theodor Zu Guttenberg tevî Serokwezîr Angela Merkel li bajarê Dresdenê daxuyaniyeke da çapemeniyê û diyar kir ku ev xal dê ji Zagona Bingehîn neyê daxistin lê ev xal dê neyê bikaranîn û leşkerî êdî wê ne mecbûrî bi dilxwazî be.
Hikumeta alman li ser vê yekê meha pêşiya me dê agahiyên berfireh biweşîne.
Em çi bêjin: Aqûbet li serê Tirkiyeyê be.


