Diyarname
Li Amed û Rihayê xwarina kezebê yek ji xwarinên serekeye û ev xwarin her ku diçe buhaya wê zêdetir dibe; sedem jî kêmserjêkirina sewalan e.
Herî zêde kêmasî li Rihayê tê kişandin. Di van demên dawî de li Rihayê serjêkirina sewalan kêm bû, kezeb, bi navê xwe yê navdar "Cîger" buha bû.
Li Rihayê bi ser hezarî re cîgerfiroş hene. Her wiha li vî bajarî rojane ji 3 tonî heta 5 tonî kezeb tê xwarin. Û ji ber kêmserjêkirinê buha jî bilind bû. "Dirumek" cîger 10 TL dihat firotin niha çûye nêzî 15 TL'yan. Bi vê buhayê re porsiyon jî bi 20 TL'yî difroşin.
Çend roj berê kîloyê kezebê 29-30 TL bû, niha derketiye 35 TL.