Tabloyên jinan dipeyivin
YEKO ARDIL/BERLIN
Di pêþangeha rojnamevan Îhsan Kaçar ku sê rojan li Berlînê berdewam kir de 1212 tabloyên jinan hatine tomarkirin. Jinên ji welatên þer lê çêbûyî yên mîna Kurdistan, Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye û hwd. Li gel tabloyan nivîsarên derbarê þer û jinan de jî ji aliyê nivîskar û rojnamevanên wekî Yaþar Kemal, Mehmed Alî Bîrand, Alî Nesîn û Þehmûs dîken ve hatine nivîsandin. Projeya ku li ser sê lingan hatiye sazkirin wê bi belgefîlmekî ve berdewam bike.
Pêþengeha bi navê Jinên Þer a rojnamevan Îhsan Kaçar sê roj li paytexta Almanya Berlînê li Sonnen Alle 28 Ecke Reuter Str. ji înê heta yekþemê hate nîþandan. Di pêþangeha ku li gel Kurdan ji aliyê Tirk û Almanan ve jî gelek bi baldarî hate þopandin de Kaçar ji welatên ku bûne qada þer wêneyên jinan kiriye armanca objektîfa xwe, herwisa projeyeke piralî derxistiye holê. Di nav vê projeyê de wêne, nivîsar û dokumanter fîlm hene. Xebata Îhsan Kaçar du sal berê dest pê kiriye, heta niha li 5 welatan hatiye nîþandan û wê di serî de li Bosna Hersek wisa jî li gelek welatên þer lê çêbûyî berdewam bike.
Di vekirina pêþangehê de rojnamevan Îhsan Kaçar derbarê projeya xwe de agahî da û li gel pirs û bersivan gotûbêj jî hatine lidarxistin. Herwiha Kaçar derbarê projeya xwe de ji rojnameya me re wiha axivî:
Jinên Þer
Ev projeya jinên þer di sala 2012’an de dest pê kir. Di dema karê min ê nûçegihaniya þer de tim li Rojhilata Navîn bûm. Di nav þerê çêbûyî de dijwariya herî mezin jin û zarokan dîtibû. Bi taybetî jinan serboriyên xwe yên sosret ji malbatên xwe jî negotibûn. Gava me ev rastî dît, me got, divêt em li ser vê babatê bisekinin. Çi hatiye serê van jinan? Kur û keçên wan çûne serê çiyan, ketine heps û zindanan, ew jî li pey wan çûne, êþ, êþkence û tecawizên pir giran bi serê wan de hatine. Me komek ava kir. Di nav me de psîkolog û sosyolog jî hene. Destpêkê me weke pêþangeh hizir kir, lê dû re me dît ku ev têrî nake. Divabû ji dîrokê re belgeyek bimîne, divabû siba zarok û neviyên van jinan jî bizanin ka çi hatiye serê wan. Divabû mirovahî jî bi van dîmen û çîrokan re rû bi rû bibe. Wisa jî me serî li saziyên jinan da, wan jî gelek alîkariya me kirin.”
Ne yek pir çîrok derketin holê
Kaçar destnîþan kir ku ji texmînên wan zêdetir bi çîrok û serpêhatiyan re rû bi rû mane û têkildarî mijarê wiha dom kir: “Gava em çûn cem jinan me dît ku serpêhatiyên gelek jinan ne yek sisê, çar heta bêtirin jî . Van jinan çî dîtine û kiþandine. Serboriyên xwe di dilên xwe de veþartine, gava vedigotin rehet dibûn. Gava mêrên wan jî pê dihesiyan, digotin; te çima heta niha ji min re negotiye? Bi erênî pêþwazî dikirin. Proje li çar parçeyên Kurdistanê û wisa jî welatên wek Îran, Iraq û Sûriyeyê hatiye nîþandan. Herwisa dîtinên rewþenbîran û belgefîlm di nav çarçoveya projeyê de ye û wisa emê pirtûkekê jî çap bikin. Hejmara 1212 wêne ango tabloyan tiþtekê îfade nake. Me hinde wêne tomar kirin. Hêj berdewam e, belkî zêde jî bibin. Li pêþiya me Bosna Hersek heye ku li wir jî jinan gelek cefa kiþandin û tecawizên dijwar derketin holê. Dû re emê ber bi jinên Filîstînî, Îsraîl û Afganîstanê ve berdewam bikin. Me proje berfireh girtiye dest, lê di navenda wê de jinên Kurd hene.”
Çima bi tenê jin
Li ser pirsa çima bi tenê jin ma mêran jî êþkence û tecawiz nedîtin jî rojnamevan Kaçar wiha axivî: “Bêguman mêr jî gelek dijwarî dîtine, lê di rastiyê de þer berhemeke mêraniyê ye. Mêr þer dike û dikare xwe jî biparêze. Projeya me li ser jinên þer e, ne jinên þervan. Jina þervan babeteke din e. Jinên ku kur, keç û neviyên wan çûne þer û piþtre jî ew dibine armanca êþkenceyên bipergal; pêþî zarokên wan dibin, paþê tên jinê dibin, tazî dikin û dibêjin tu yê biaxivî, her cûre rêbazên êþkenceyê bikartînin ku tecawiz jî di nav de ye. Gelek ji wan digotin: Xwezî em sed car mirî bûna, ne me ew serpêhatî dîtibana!‘ Nikarin li çavên zarokên xwe binêrin. Jin bê parastin in, bêdesthilat in û di qewimîna þer de bêguneh in me wisa serpêhatiyên wan esas girtin.”
Peywendî gelek baþ e
Rojnamevan Kaçar destnîþan dike ku beþa yekem a projeyê ji bo akademîsyenan e û xabatên vê beþê wiha binav dike: “Ji bo wê zanîngeh armanca me ne û me li gelek cihan jî da nîþan. Me pêþangeh vekirin, gelek jî panel lidarxistin, wisa jî li Bielefeldê gelek bi germahî hate pêþwazîkirin. Ev dê bibe dokûmantereke dîrokî û çavkaniyeke girîng.”
Kaçar ku armanceke vê xebatê jî mîna, “em dixwazin van çîrokan bi wijdana kesên biwijdan re rûbirû bikin. Divêt herkesê ku li van tabloyan binêrin misoger lêborînê bixwazin” binav dike derbarê hestên hin nivîskaran ên derbarê vê xabatê de jî wiha axifî: “Gelek ji wan nivîskaran gotin; me þerm kir. Ev jî afirandina wijdanekê ye. Di serî de Mehmed Alî Bîrand wisa jî tevahiya nivîskaran germahiyeke pir mezin dan nîþan. Em spasiya wan dikin. Bê ku em wêne biþînin bi agahiya projeyê re ji me re nivîsandin. Heta niha li Kurdistanê li Amedê me pêþkêþ kiriye.”
‘Xwedê tu belayê bidî þerxwazan’
Têkildarî hevdîtinên ji bo aþtiyê li Tirkiyeyê tê meþandin jî Kaçar wiha nerînên xwe parve kirin: “Ez bi xwe hikûmetê jidil nabînim. Di serî de birêz Ocalan û aliyê Kurd samîmî ne, aþtîxwaz in. Aliyê dewletê û hikûmetê vê jidilbûnê nadin nîþan.Tu þer dikî, welatê Kurdan wêran dikî, li gel vê zilm û zordariyê jî aliyê Kurd dibêje em aþtiyê dixwazin. Hin jinên Tirk dibêjin: Kurekî min hate kuþtin, ezê yê din jî biþînim, ev di encama siyaseta wan de çêbûye. Divê ev nêrîna civakê bê guherandin ku ev jî di destê dewletê de ye. Þerekî bêetîk û bêwijdan hatiye kirin. Dayikeke Kurd ku du zarokên wê li serê çiyan in û yek jî li leþkeriyê hatiye kuþtin, li ser limêjê bû gava ez çûm min wêneyê wê kiþand destên xwe vekirin û qîr kir: Xwedê tu belayê xwe bidî þerxwazan… Xwedê tu yên aþtî naxwazin bi ceza bikî!’ Gotina min a dawî jî gotina wê dayîkê ye. Ne pêwist e mirov peyvek jî lê zêde bike. “
Ji Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin