Diyarname
Hate eşkerekirin ku li Tirkiyeyê herî zêde hewaya Sêrtê qirêj e. Di nav bajarên kurdan de Wan û Bedlîs jî nêzî Sêrtê ne.
Saziya Îstatîstîkana ya Tirkiyeyê ya Serokwezîriyê (TUÎK) rapora "Hewaya Qirêj 2008" weşand. Li gor raporê li Tirkiyeyê herî zêde heweya qirêj li Sêrtê heye.
Di lêkolînên di mehên destpêkê yên 2008'an de hatine kirin Sêrt xwediyê hewaya herî qirêj e û bajarên wekî Çanakkale, Wan, Bedlîs, Bolu û Îsparta jî bi kukurt dioksîtê (SO2) bajarên ku di serî de xwedî hewaya qirêj in tên.
Her wiha bi asta partikuler madde (PM10) jî Bolu, Mûş, Duzce, Erdexan û Qers tên.
Ji bajarên kurdan Sêrt, Mûş, Wan û Bedlîs ku xwedî hewaya qirêj in Şaredariya Wan di destê Ak Partî de ye.
Wêne: Mizgefta Sêrtê (ji malpera kaliteliresimler.com hatiye girtin)


