logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  3. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

'Faîlî Dewlet' derket pêşberî gel

Erebeyeke spî hema mirovan digire, dibe û êdî haya kesî ji wan çênabe. Ev mesele niha bû mijara "Faîlî Dewlet"ê.

  • Dîrok: 08/09/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Erebeyeke spî hema mirovan digire, dibe û êdî haya kesî ji wan çênabe. Ev mesele niha bû mijara "Faîlî Dewlet"ê.

Em qala belgefîlmê "Faîlî Dewlet" û erebeya sipî Torosê dikin; Toros marqeyeke Renaultê ye, li bajarên kurdan di salên 90'î de bûye sedema revandina bi sedan, bi hezaran kurdan û windakirina wan.
Niha li ser van windakirin û kuştinan belgefîlmekî hat kişandin. Belgefîlmê ku navê "Faîlî Dewlet" lê hatiye kirin ji aliyê Veysi Altay ve hatiye kişandin. Veysi Altay ku zêdetir bi wêneyên wî raya giştî ew nas dikir, vê carê belgefîlm kişand.
Belgefîlmê "Faîlî Dewlet" li ser salên 1990-96'an e ku bi taybetî van salên li Cizîrê. Di van salan de di bin fermana Cemal Temizoz de tevî sercerdevan Kamil Atak, îtîrafkar Abdulhakim Guven û endamên din ên ekîba JÎTEM'ê, wan berê xwe da gelek sivîlan, ew girtin bin çavan, carinan "Li stargehê guleyek bera serê wî dan", carinan "birin herêma operasyonê û ji helîkopterê avêtin xwarê", carinan jî li gundek "di odeyeke xaniyê de ew kom kirin, hemû bi hev re kuştin ku ev derî êdî ji cenazeyan venedibû"... Û bi vî awayî ew bûn sedema kuştina bi dehan kurdan.
Belgefîlmê ku nû hatiye kişandin, li Sînemaya Atlasa Stenbolê galaya wê li dar ket. Di galayê de mebûsê BDP'ê Halil Aksoy, endamê Meclisa Partiyê yê BDP'ê Şaban Işiktaş, Hevseroka BDP'a Stenbolê Asiye Kolçak, Seroka Weqfa Başakê Şahhanim Kanat, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî û rêveberê Enstîtuyê Samî Tan, ji derhêner ciwan ên kurd Tayfur Aydin, Cemil Oguz, Aziz Çapkurt, dayikên ji Cizîrê yên ku xizmên wan hatine windakirin û gelek kesên din amade bûn.
Derhêner Veysi Altay li ser belgefîlm got ku dewlet heta bi windayan re rû bi rû nebe mirov nikare qala aştiyê bike; heta niha me tiştek wisa nedît. Her wiha Altay got ku gelek siyasetmedarên ku niha siyasetê dikin, di salên 90'î de tiliya wan jî di van windakirinan de heye.
Di "Faîlî Dewlet" de gelek anekdotên balkêş jî derketin holê.
Vane ji belgefîlm hin anekdot:
- Zarokek min ji ser xanî bikeve, ez wê bibim cem dixtor, dê dozger doz li min veke ku ez çima xwedî lê derneketime; lê 4 kes birin kuştin, kes tiştek nabêje.
- Dayikek li şaneşînê şîr dida zaroka xwe ya sê mehî. Gule bera wê dan û ew kuştin gotin "Ew terorîst e". Em çûn me pêsîrê wê derxist nîşan da, me got vaye şîr dide zarok ev çawa dibe terorîst. Niha ew zarok 19 salî ye.
- Kurdên ku dikuştin nasnameyên wan digirtin dibirin navenda serfermandariyê.
- Gelek kes di bin tekerên panzêran de eciqandin.
- Texsiyek sipî ku girêdayî navenda leşkeriyê bû ew digirtin bin çavan, dibirin winda dikirin. Paşê plakaya wê diguhartin, plakaya sexte lê didan û ew li nava bajêr digeriya. Navenda leşkeriyê li wî aliyê pir, li taxa Konak a Cizîrê bû û ew texsî jî li heman taxê digeriya, kes digirtin bin çavan, lê kesî pê nedizanî.

Niha li Amedê doza Cemal Temizoz, Kamil Atag û ekîba wan li Amedê didome. Piştî belgefîlm dayikek ji xizmên windayan daxwaza xwe wisa anî ziman: "Ez hêvî dikim dozgerê li Amedê dê Cemal Temizoz û ên din bernede û cezayê ku divê bide wan."

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 19 04 2026

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 18 04 2026

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Piştî 200 salên siwarekî kurd vê carê Kobanî di çapemeniya Ewropayê de ye

ad

"Aktrîsa Herî Delal a Salê" hate hilbijartin

ad

Projeyên ji bo ‘Koprude Buluşmalar’ hatin hilbijartin diyar bûn

ad

Reşîd Sofî hat bibîranîn

ad

Li ser sînor 30 kolber hatin kuştin

ad

Du lîstik, du hakêm, du welat, du helwest

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname