Evdilhemîdê Bamerrnî
Ez vê nivîsînê bi nav û nîşanêt Erebî di nivîsim, çinkî bi rastî min tiştekê dilêş dît û bîra min li serhatyeka Kevin ku ez ketîmê înave. Ew jî ew bû, heku ez hêşta şagirde li zanîngeha mûsil û em komeka hevala pêkve bûyin û me bi kurdî di axift. Eve tişteke ku çi çirîset têda nine, çinkî em Kurd bûyin û kesê Ereb jî di nav meda ne bû û heke xo êkê Ereb heba jî da her bi kurdî peyivîn, çinkî em hingê di xûngerim bûyin û me bi kêmasî di zanî, heke êkê Kurd di gel Kurda bi Ezmanekê dî axiftiba. Me di kire kenî û çi pûte jî bi kesê dî ne di kir, çinkî axiftin hemi bilimbazêt cehêlînyê bûn û heta vêrê kesê rewş têk ne da.
Du sê mêtreka ji me wêvetir du şagirdêt Ereb hebûn û êk ji wan (Refîq) bû. Di dilîda ne çû xarê ku em bi Kurdî demê xo derbaz dikeyn, Kabirayê Refîq şîrê wî xo di kavlanî ne girt û got; (yallah îhku erebî hetta nifhem) û kabiray viya pêtir bi dete nav miluka û xo li ser difna me ferket, eve kiryarek bû me di zanî mirada wî jê çi bû. Kurt û Kirmanc jî hema em Kurd bûyin û ew Ereb û ya ji wîve ka em çi tevin radiçînîn û ha me Ereb hind havêtne Kendavê û hind jî di Uqyanosîda bin avkirin. Ez vê gavê jî baş di zanim me pêkenîn di gotin û behsê kiçkêt can di kir, çi bi başî an jî nebaşî.
Hêj pêtir kabirayê Erebê (Refîq) bi nav ve çû û got Wedî`i Elsafî( Sitiranbêjekê erebê Libnanîye) di bêjît; (Il erd bi yîtkellim erebî = Erdê bi erebî di axivît). Bawer biken jî Dinya hind ya gerim bû heke Sitirabêjê navbirî li wêrê ba, ne bes ne di şiya wê sitiranê bi bêjît, belkî da hemi xema wî ew bît, ka çawa serê xo yê şamî ji wê germê bi parêzît û ne dûre jî ne di şiya li Erdî rahewyêt, çinkî erd ji germê di kelî. Ez bawer di kem jî heke erd şiyaba baxivît, da bersiva ya Ereb det û bêjît, ez bi erebî na axivim û ezê bo xo li ber sîberekê di gerryêm.
Da serê xandevanî gêj ne kem. Ev çîrroka serî, min li ser serhatyekê îna, ya ez berî çend rojeka tê tişqilîm. Bi dirustahî bi helkeftina roja vekirna Fond a Şivanê perwer ya navdewletî, li bajêrrê Bonê û li mêhvanxana Hîltonê Semînarek li ser rewşa Sitiran û Selîqêt Kurdî hatibû kirin û ejî li wêrê bûm û ji %95 yê berhevbûya Kurmancîaxêv bûn û rêveberya Semînarê jî kesê ne Kurmancîaxêv têda tu ne bû. Ji danusitandina jî xuya bû ku Suranîaxêv jî gazî kiribbûn belê kesê berhev ne bû bihêt.
Di ser vê hemyê ra, biraderkê Suranîaxêv (rewşenbîrek!) ji gohdara rabûve û daxaz kir û got; (be Suranî qise bi ken bo ewey tê bi geyn = bi Suranî baxivin da tê bi gehîn). Her wekî seyday ji bîr kirî ku ew di bêjît ez Kurdim û ew ezmanê di hate axiftin jî kurdî bû, ew Kurdî ya Kurdînî li ser şînbûy, ew kurdî ewa wî pê zanî ku ew Kurde. Ev serederya seydayê hêja ya wesa bû, her wekî Kurmancî ne Kurdî û ezmanekê biyanî û hema ya kêm bû seyda bi bêjît; ( be Suranî qise biken çunke zewî be Suranî qise dekat ). Xodê me ji refîqêt suranyê di nav semînarêt Kurmancîyêda bi parêzît.
Yê Ereb we di got û dê bêjît jî çinkî du parçêt Kurdistanê yêt bin destîve. Erê ma Sura na bêjin em û hûn nifşekîn?! An wana jî di vêt bo xo cihekî bistînin û bêxiş jî ne şêne kesê, vêca pêkolê di ken da devera Behdîna bi kene şilxegeh (Kolonî) a xo, ji ber hindê jî bizavê di ken li hemî ciha bihayê Kurmancîyê bişkênin, da bi şên Suranistana Mezin! avaken û hevrrikya Berîtanya Mezin bi ken.
Belê pa ez di bêjim wan zû desthavêtê, çinkî hêşta ew di destvalane û kes li dîv bangê wan nivêjê jî na ket…
Kurdînî jî hêj ya may
10/10/2009
Têbiniya Diyarnameyê: Me dest nedaye zimanê nivîskêr û awayê nivîsandina wî ya bi zaravayê Behdînî.
Nivîsên Ebdulhemîd Bamerrnî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Dengên Demê zwî 3
- Bi Çîkê dibêjin û bi Maçîkê vedgêrrin
- Helbijartinên jêrya Kurdistanê
- Kî bi ser ket?
- Barak Obama
- Dengên demê zwî (2)
- Dilbera Min
- Hîvyadera, xwelya sera
- Dengên demê zwî (1)
- Dengên demê zwî
- Li Duhokê nexweşketin qedexeye!
- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!? (2)
- Çi renge Zaravekî li Kurdistana Iraqê fermî biken!?
-