Diyarname
Çalakiya "100 hezar helbestvan guherînê dixwazin" li dar dikeve. Di nav wan de helbestvanên kurd jî hene.
Li dinyayê, roja 24'ê vê mehê, li 95 welatan, li 450 bajaran bi giÅŸtî 600 çalakî bi navê "100 Thousand Poets For Change (100 hezar helbestvan guherînê dixwazin)" li dar dikevin. Li Tirkiyeyê dê li Stenbolê û li bajarên kurdan jî dê li Mêrdînê beÅŸên vê çalakiyê li dar bikevin. Di nav helbestvanan de helbestvanên kurd jî hene.
Avakarê vê çalakiyê helbestvan û edîtorê amekîrî Michael Rothenberg e. Ji Amerîka, Ewropa heta welatên Rojhilata Navîn li gelek warên dinyayê ev çalakî dê li dar bikeve.
Li Tirkiyeyê helbestvan li hemberî cudakariya ku tê kirin, li hemberî sansur, aÅŸtiya ku dereng maye û astengiyên li pêÅŸiya çandê dê helbestên xwe bixwînin û bersiva van tiÅŸtan bidir.
Murat Mungan li Stenbolê beÅŸdar dibe
Li Stenbolê roja 24'ê mehê saet navbera 10.30 - 19.00'an de dê li Aksanata Beyogluyê çalakî li dar bikevin. Li vê derê dê panelên wekî "Karîyerîzm û Helbesta Tirkiyeyê", "Di helbestê de anarÅŸîzm - Li ser sekinînên femînîst", "Dewlet û tebîet", "Mirov helbestê binivîse û ne helbestvan be", "Qarîzma, helbest û jehr" li dar bikeve. Di van panelan de dê helbestvan û nivîskarên wekî Murathan Mungan, Latife Tekin, Lale Muldur, Birhan Keskin, Haydar Ergelen, Yucel Kayiran, Firat Demir, Enis Akin, Akif KurtuluÅŸ, Elif Sofya, Anita Sezgener, Sureyyya Evren û Pelin Ozer beÅŸdar bibin.
Li Stenbolê, heman rojê di navbera saetêr 20.30 û 23.30 de jî dê li Kumbaraci çalakî li dar bikevin. Di çalakiyên li vê derê de jî dê konser bêne dayîn û helbest bêne xwendin.
Li Mêrdînê helbestvanên beÅŸdar dibin
Di vê çarçoveyê de heman rojê li Mêrdînê jî dê "Hevdîtina Mezopotamyayê" li dar bikeve û helbestvan dê hêza xwe ji Mezopotamyayê bigirin.
Çalakiya li Mêrdînê li Muzeya Bajêr a Sakip Sabanci li dar dikeve. Di vê çalakiyên de gelek helbestvanên ku bajarên kurdan ên cur bi cur bên dê amade bin û helbestên xwe bixwînin. Helbestvan û nivîskarên kurd Azad Rêbiwar (Mêrdîn), A. Hicri İzgoren (Amed), Atilla YaÅŸrin (Mêrdîn), Azad Ziya Eren (Amed), Berken Bereh (Åžirnex), Can H. Turker (Mêrdîn), Cuma Duymaz (Edene), Emel İrtem (Mêrdîn) Ercan Yilmaz (Batman), Erkan Eslek (Dêrsim), Ersun Çiplak (Edene), İbrahim Halil Kagar (Amed), Îrfan Amîda (Mêrdîn), Kemal Varol (Amed), Lal LaleÅŸ (Amed), Murat Çakir (Wan), Murat Kuçuk (Mêrdîn), Nurullah Kuzu (Mêrdîn) û Veysi Erdogan (Amed) dê di vê çalakiyê de amade bin.
Çalakiyên li van deran bê pere têne li dar xistin.
***
Bi ÅŸertê nîÅŸandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîÅŸandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.