Diyarname
Heyeta Bakurê Sûriyeyê îro li Fransayê ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Qesra Elysee hevdîtinek pêk anî. Hevdîtin saetek pêk hat.
Heyet ji nûnerên kurd, ereb û suryanî pêkdihat Hevseroka TEV-DEM'ê Aysa Abdullah, Hevseroka Rêveberiya Kantona Erînê Hêvin Reşîd, ji rêveberiya Kantona Cizîrê Siham Qiryo û Faner Gaêt, Berpirsên Karên Derve yê QSD'ê Rêdûr Xelîl, Berdekva YPJ'ê Nesrîn Abdullah û Nûnerê Rêveberiya Xxwezer a Bakurê Sûriyeyê yê Fransayê Dr. Xalid Îsa di nav heyetê de bû.
Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke fermî nehat weşandin. Lê tê gotin ku Fransa diyar kiriye ku li hemberî tehdîdên Tirkiyeyê yên li hemberî Minbicê dê leşkerên xwe yên nû bişîne Minbicê.
Piştî hevdîtinên hin endamên heyetê daxuyanî dan çapemeniyê. Ji wan Asya Abdullah axivî û got: "Em sipasiya Macron dikin ji bo hevdîtina îro. Di hevdîtinê de me li ser Efrînê xeber da û me li ser piştgiriya ji bo gelê Efrînê kir ku careke din gel vegere Efrînê. Tiştek din jî me daxwaza xurtkirina piştgiriya êrîşa dijî DAIŞ'ê kir. Rewşa Bakurê Sûriyeyê me anî ziman. Macron piştgiriya xwe ji bo Bakurê Sûriyiyeyê û Efrînê diyar kir. "
Abdullah da zanîn ku piştî êrîşa li ser Efrînê DAIŞ'ê zêdetir xwe xurt kir û wiha dom kir: "DAIŞ dixwaze carek din xwe birêxistin bike. Dewleta Tirkiyê jî dixwaze grûbên terorîst li Efrînê bi cih bike. Ji bo vê jî pêdivî zêdetir bi xurtkirina êrîşa dijî DAIŞ'ê bê kirin. Xurtbûna DAIŞ'ê xetere ji bo me tevan. Loma em dixwazin hem Fransa, hem Koalîsyona Navneteweyî ligel QSD'ê xebatek baş bimeşîne."
Abdullah got ku Serokomarê Tirkiyeyê piştgiriya xwe ji bo gelê Efrînê bi awayekî eşkere anî ziman. Abdulla wisa got: "Ji bo parastina herêma Bakurê Sûriyeyê jî carek din anî ziman ku ewê piştgirî û xebata xwe xurtir bikin."