Diyarname
Li Amedê, Midûriyeta Jinan a Şaredariya Peyasê dest bi kampanyaya berhevkirina pirtûkan kiriye lê tenê pirtûkên ku jinan nivîsandine. Bi van pirtûkan ewê pirtûkxaneyeke ava bikin..
Midûriyeta Jinan a Şaredariya Peyasa Amedê bi diruşma “Em Pirtûkxaneya Berhemên ji Dest Jinan Vedikin” dest bi kampanyayê kirine û îro ev kampanyaya xwe ragihandin. Bi kampanyayê re diyar kirine ku pirtûkxaneyeke berhemên ji pênûsa jinan, bi rihê hevgirtinê tê avakirin û banga piştgiriyê li raya giştî kirin.
Midûriyetê der barê kampanyayê de daxuyaniya nivîskî belav kir û got: “Em wekî Gerînendetiya Jinan ya Şaredariya Peyasê, bi rihê hevgirtinê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Ji Dest Jinan derketine’ vedikin û alîkariya pirtûkan ji we dixwazin. Û em daxwaz dikin ku tevahî pirtûkên bê spartin berhemên ji pênûsa dest jinê derketibe.”
Yên bixwazin dikarin pirtûkên jinan bişînin Midûriyeta Jinan a Şaredariya Peyasa (Kayapinar) Amedê.
***
Nûçeyeke Eleqedar:
- Heta niha çend jinên kurd pirtûk derxistine? Va ye yek bi yek ew nav