SILÊMANÎ
Ji aliyê Dezgeha Hunerî ya Şêwekarî ya Silêmaniyê ve pêşangehek bi navê ‘Pir’ ji bo 23 jinên şêwekar hat vekirin. Jinên şêwekar tabloyên xwe yên ku taybet bûn bi mijarên jin û xwezayê têde nîşandan.
Pêşangeh li navenda çandê ya Silêmaniyê bi amadebûna rêveberê Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyê Dr Muhsin Edîb, hunermend û çalakvanan hat vekirin. 23 jinên şêwekar ên Silêmaniyê têde cih girtine. Pêşangeh ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Beşa Şêwekarî ya Silêmaniyê ve hat organîzekirin.
Jina bi navê Hêro Kerîm ku tevlî pêşangehê bûye ji bo Rojnewsê derbarê pêşangehê de wisa gotiye: “Ev pêşangeh berdewama qonaxa yekem e ku di 26’ê pûşpera/hezîrana îsal de ji aliyê wan jinên tevlî pêşangehê bûbûn ve di salonek de tabloyên xwe xêzkiribûn. Bi hinek karên seramîkî tevlî pêşangehê bûne.”
Pêşangeh heta 14’ê mehê dê vekirî bimîne.
Wêneyên ji pêşangehê:
-Tabloyên ku jinan çêkirine