Diyarname
Kovara çandî, hunerî û wêjeyî Nûbihar bi hejmara xwe ya nû derket pêşberî hezkiriyên xwe. Nûbihar ku sê mehan carek derdikeve hejmara xwe ya zivistanê ku hejmara 142'yan de derxist.
Efrîn ku niha mijara sereke ya kurdan e Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Suleyman Çevik li ser wê nivîsiye. Çevîk dibêje Tirkiye naxwaze pirsgirêka kurdan çareser bike, nahêle kurdên dewletên cîran jî li ser piyan bisekinin û nefese bistînin.
Di vê hejmarê de jî nivîsên cur bi cur wekî lêkolîn, çîrok, folklor, helbest, biyografî û hevpeyvîn cih girtine.
Ji nivîsan Rohat Alakom bi sernavê "Dema beng davêjin gerdena Şêx Seîd", Seîd Veroj jî "Emîn Alî Bedirxan" nivîsiye.
Berken Bereh, Rohat Alakom, Murad Celalî, Seîd Veroj, Mustafa Dehqan (Werger: Talat İnanç), Şemoyê Memê, Ayhan Meretowar, Abdullah Can, Zîwer Îlhan, Meqbûle Menzûr (Werger: Shahînê Bekirê Soreklî), Nurullah Alkaç, Hanefi Taşkın, Mela Muhemmed Gulnar, Ahmet Gemi, Nasır Kemaloğlu û M. Xalid Sadînî bi nivîsên xwe ked dane kovarê.
Ji bo têkilî û xwestinê:
0212-519 00 09, nubihar@gmail.com