Egîtîm-Sen û xala perwerdehiya bi zimanê dayikê-2
Gernas Roderîn
Wekî ku tê zanîn di navbera rojên 9-11’ê gulanê de Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî, Zanist û Çandê (Egitim-Sen) li Navenda Kongreya Anadoluyê Lijneya Giþtî ya Asayî ya 3'yemîn ligel nîqaþên germ pêk anî.
Ji ber ku li Tirkiyeyê ji aliyên sîyasî, civakî û heya astekê jî leþkerî ve pêvajoyeke gelekî germ heye, dost û neyaran bi awayekî ji nêz ve lijneyê þopandin. Lewra Egîtîm-Sen li vî welatî di nava saziyên sîvîl û sendîkayan de di biwarên wekî mafên kedkar, jar, jin, zarok, bindest, 'turban’, pirsgirêka kurd, destwerdana Amerîkayê ya li Iraqê û hwd. de ligel ku mirov carna awa û feraseta tekoþîna wê pesend neke jî mirov dîsa jî dikare bibîne ku hêzeke ji yên sereke û bandorker e. Vê tekoþîna xwe jî ne ji niha de lê vaye nêzî 60 salan e li gorî hêz, rêje û pêþaneyên komikên di nava xwe de- ku ew jî bi partiyan ve girêdayî ne- meþand/dimeþîne.
Belê bêguman ev lijne bi qasî ku bi pêþniyar û nirxandinên xwe deriyên xêrê li ber pirsgirêkên ku bûne gilokên xirboqî vedike, ew qasî jî nesîbê xwe ji galegal, paþgotin û xwerakiþandinên van komikan jî distîne. Jixwe di vê nivîsarê de ew gotinên bi xirecir hilnayên û ne hewce ne jî. Lijne, serok û lijneya rêvebiriyê ku ji 7 kesan pêk tê; guherand. Wekî xalbalkêþî jî temsîla jinê ya di nava rêvebiriyê de ku berê hejmar yek bû, niha tevlî seroka nû derket sisêyan. Ev jî yek ji wan guherînên ku mirov pê kêfxweþ dibe ye. Xwezî di nava her sazî û sendîkayên ku xwe dijber dibînin de ev rêjeya xweþbîn ya jinê hebûna. Lê li aliyê din di serî de çavên jin û dayikên kurd, paþê jî yên hemû kurdîparêzan lê hêviyê bû ku dê xala ziman bê rojevê û di rêziknameyê de bê pejirandin. Lê wisa nebû û dîsa ji bo heyameke meçhûl hat paþxistin ango avêtin piþta Çiyayê Qehf.
Min di nivîsara berê de hêvî û daxwaza ku dê ‘xala perwerdehiya bi zimanê dayikê’ wekî biryar ji nû ve cihê xwe yê rûmetdar di nava rêziknameyê de bigire, kiribû. Lê pir mixabin di nava 524 delegeyan de ji bilî çend delegeyan pêve li vê xalê xwedî derneketin û kurdiya reben li wê salona xopan nabêjim ku bê xwedî lê kêm xwedî ma. Çiqas cihê daxê ye ku di nava ew qas delegeyan de –bersiva birêz serokê berê jî di nav de- hejmara kesên ku li ser vê xalê axivîne, tiliyên destekî derbas nekirine. Bi rastî jî bêyî bilêvkirina navên wan birêzan/wêrekan ku girîngî dane xala ziman û wekî mafekî jêneger parastine, mirov nikare derbas bibe. Belê birûmetno, gelekî spasî we dikim birêz Mehmet Guven-delegeyê þaxê çaremîn yê Enqereyê- û birêz Akman Þîmþek-delegeyê Antalyayê- ku di nava axaftinên xwe de wekî hevokekê be jî we anî ser ziman û we serokê berê birêz Alaattîn Dînçer jî bi rexnekirinê re neçarî bersivdanê kiriye ku gotiye ‘An me dê rêxistin bida girtin an jî me dê ev xal demekê bipaþxistana’ û hew. Heyf û mixabin feraseta bi vî rengî belkî ‘ziman kin o, emir dirêj o’ dike lê bi xwe re jî li pêþiya vê rêxistinê tenê asoyek teng û bi xumam radixe. Mînak; Egîtîm-Senê ji endamên xwe hejmarek cidî -ku piraniya wan jî mamosteyên kurd bûn- winda kir di van 2-3 salan de û di encama wê de jî rayeya ‘hevdîtinên tomerî’ (toplu goruþme) ku her sal di meha gelawêjê de li ser navê kedkarên perwerdehiyê ku bi hikumetê re dikir, winda kir. Bi vê windakirina mezin re jî raye ket destê sendîkaya þovenîst ‘Turk Egîtîm-Sen’a ku kiryar û ramanên wan li ba her kesî nas in. Egîtîm-Sen niha ji hemû aliyên tekoþînê ve ji hêza xwe ya berê hinekî bi dûr ketiye û heke wisa bidome têkçûna wê ya bi temamî jî dê jêneger be. Lewra di daneyên wezareta perwerdehiyê ku îsal weþandine de, li gorî 2-3 sal berê rewþa hejmara endamên Egîtîm-Senê - ku hingê di nava 3 sendîkayên herî xurt de di rêza yekemîn de bû- li hemberî yên din kambax e. Mixabin niha di rêza sêyemîn de ye. Bêguman di nava sedemên vê windakirina mezin de divê mirov qala hinek endamên ku bi hincet û metirsiyên berjewendiyên kesanî re ji Egîtîm-Senê îstîfa kirin û derbasî sendîkayên din bûn ku bibin ‘kewên lemekî’ û têr ji lemê binikilînin.
Ez bixwe piþtî vê lijneyê wekî gelek xemxurên kurdî di bi warê xala navborî de ketim tatêla ji nû ve-nêzîktêdayina birêz serok Zubeyde Kiliç û rêvebiriya nû. Ya soxî, cenabê serok û endamên Lijneya Rêvebiriya Navendê (MYK) ya Heyama 7'emîn bêdengiya ku ev demeke dirêj e ciriyabû; di 16’ê gulanê de cara yekemîn bi Daxuyaniyeke Çapemeniyê xera kirin. Di nava 2 rûpelên daxuyaniyê de piþtî ku têra xwe li ser pirsgirêkên þerq û xerqê serê xwe gelekî êþandine; li ser xala ziman jî li nêzî dawiya rûpelan hew bi hevoka ‘Ligel van, rêgeza perwerdehiya bi zimanê dayikê ku Egîtîm-Senê anîbû ber þêmûga girtinê dê tim ji bo me rêgezeke rênîþandêr be’ hatiye bihurandin. Dîsa hinekî min xwe ragirt û hêviya xwe ya ku ber bi nemanê ve diçe, parast. Me bi peroþekê dît ku di 6’ê pûþperê de Civîna 1'emîn Lijneya Serokan ya Heyama 7'emîn li dar ketiye û dîsa xumînek ku erþ û ezmanan diqeliþîne, berz bûye. Bi qasî ku me ji ragihandina Egîtîm-Senê û gupiskiya xwe fêm kiriye di Axaftina Vekirinê Ya Birêz Serok Zubeyde Kiliç de ku bi kêmanî 2-3 rûpel in; dîsa ji aþ û qerwaþ tê qalkirin lê ji binî ve qala xala ‘bivikê’ -biborin lê ezê êdî wisa binivîsim- nabe.
Berî ku têkevim beþa encamê ya vê nivîsara ku hinekî dirêj bû, lêborînê ji we dixwazim ku mixabin min li ser nêzîktêdayîna Egîtîm-Senê ya li hemberî xala ‘bivikê’ tiþtekî xweþbîn-ji bo ku tune ye- nedît û nenivîsî. Îcar serê we bêhtir naêþînim û tewerê qala daxuyaniya dîsa ya seroka birêz ya roja 13’ê pûþperê ku bi boneya girtina dibistanan hat belavkirin nakim -ew jî nêzî 12 rûpelî ye- û jixwe qet û qet qala 3'emîn Rapora Xebatê Ya Lijneya Giþtiya Asayî Ya KESK’ê (Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperî) ku di 17’ê pûþperê de hat weþandin-hema hema maþela bi qasî ji çaran sê payên cildekî Das Kapîtalê ye 430 rûpel e- nakim heyran, nakim. 'Xwedê çêke, Xwedê þifa xêrê bide, ma em çi bêjin?’
***
Nivîsa Gernas Roderîn a berê:
- Egîtîm-Sen û xala perwerdehiya bi zimanê dayikê