logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Nameya Laura ya li ser kurmanciyê û dersê em jê derxin

Çîroka vê nivîsê û rastiyên qewimîn bûn sedem ez gelek tiştan bifikirim; bi hêvî me ku her kurd vê nivîsê bixwînin;

  • Dîrok: 06/10/2009
  • Beş: Serbest

Cîhan Roj

Çîroka vê nivîsê û rastiyên qewimîn bûn sedem ez gelek tiştan bifikirim; bi hêvî me ku her kurd vê nivîsê bixwînin; tu tiştekê nabêjim; piştî ew bixwînin dê ew ê gelek encaman bi dest bixin.
Rojekê mailek hat ji min re. Nav biyanî bû. Min name xwend. Di nameyê de piştî silavan, xwedî nameyê xwe dabû nasîn ku ew ji bo kurdî xebat dimeşîne. Di der barê peyvekê û derbirînekê de, ku di nivîsên min ên berî salan de xwe dabûn der , pirs kiribûn! Ji ber ku ji nivîsan jê yek li cem min tune bû min bersiva ji bo peyvê neda.* Min pirsa der barê derbirîna, gorên servekirî de, bersivand.
Di nameyê de bi tenê pirs tunebûn, gazin û rexneyên Laura Shepherd jî hebûn:
“Xwerûkirina zimanê kurdî ji kesî re nebû derd û kul.”

Ez di der barê qada înternetê de, der barê berpirsiyarî û hin rastiyên nivîsînê de bi carek din fikirîm.
Berî çend rojan hêja Laura nameyek din bi rê kir. Nameya ku wekî mizgînî bû ev e:
“Min dixwest ez we agahdar bikim ku di demeke nêzik de pirtûka bi navê Advanced Kurmanji Reader a ku ji bo hînkirina zaravaya kurmancî dê ji aliyê Dunwoody Press ve bê weşandin. Digel ku pirtûk bi taybetî ji bo xwendekarên biyanî hatiye amadekirin jî, dibe ku hemû kes jî jê sûdê wergirin. Ew ji 400 rûpelan pêk tê; 150 rûpel ji bo rêzimanê hatine veqetandin, wekî din jî nivîsar, werger û ravekên li ser wan jî cih digirin.
Di pêvajoya amadekirina pirtûkê de gelek ji we alîkariya me kiriye û me ew alîkar hêja dîtiye. Ji ber vê yekê ye ku em dixwazin careke din pêşniyazên we bigirin. Em dixwazin dest bi projeyeke nû bikin, hûrgiliyên wê di dawiya vê nameyê de ne. Berî ku em wê bigirin ser xwe, em dixwazin dîtinên we berhev bikin. Ez anketekê bi vê nameyê ve dişînim a ku bi kurmancî û bi îngilîzî ye. Heke proje bala we bikişîne, ji kerema xwe re bi riya anketê dîtinên xwe bi me re parve bikin. Hûn dikarin bi zimanê ku bixwazin, bersiva hemû yan jî hin pirsan bidin.”

Bi tevî van agahiyan, agahiyên der barê projeyê de jî wiha destnîşan kiribû; hurguliyên ku hêja Laura behs kiriye ev in:
“Bikaranîna Zimanê Kurdî (Zaravayên Soranî û Kurmancî) ji ber sîstema siyasî ya guherbar a di çar welatên ku kurd lê dimînin de, warên bikaranîna zimanê kurdî ji demên berê zedêtir in. Li başûr, bikaranîna soranî gihîştiye saziyên dewlet û perwerdehiyê. Li bakur, tevî ku kurmancî hê neketiye cihên fermî jî, ji xeynî li mal û dersên taybet di huner, ragihandin û çanda gel de peyda dibe. Çavkaniyên ji bo hînbûna kurdiya standard hene û zedê dibin jî. Jixwe ew e ku di pirtûkên hînkar û dersan de tê pêşkêşkirin. Lê ji ber ku di navbera zimanê standard û yê nefermî (axaftin, înternet, hwd) de cudahiyeke mezin heye, heke em girîngiyeke taybet nedin zimanê nefermî, xwendekarê/a zimanê kurdî di gelek waran de dê bêpar bimîne.
Armanc: Pêşkêşkirin û zelalkirina tiştên ku xwendekar dê di zimanê nefermî ya her du zaravayan de bibihîzin û bibînin,  mîna ragihandina nûçeyan, çalakiyên siyasî, odeyên sohbetê, blog, muzîk, sînema, hwd.
Rêbaz: Berhevoka qeydên ji bo guhdarkirinê dê li gorî mijarê bê beşkirin. Ligel van qeydan pirtûkek dê hebe ya ku ji nivîsguhêziyên qeydan, ravekên çand û zimanî, û ferhengoka peyv û biwêjan pêk tê.
Çavkanî: Blog, forum û odeyên sohbetê yên înternetê, vidyo, youtube, senaryoyên nivîskî, qeydên giftûgoyên di nav mirovan de, radyo, televîzyon.”

Kerem bikin çend pirsên ji anketê bixwînin:
“Ma hînbûna zimanê kurdî yê standard têra xwendekarekî/ê biyan dike? Ku bersiv neyînî be, ew ji kîjan aliyê ve bêpar dimîne?”
“Em bibêjin ku xwendekarekî biyan heye ku asta zanîna wî ya kurmancî bilind e; ango dikare der heqê mijarên akademîk û rojane de tiştê ku bixwaze, bibêje yan jî binivîse û beşdarî giftûgoyên van mijaran bibe. Kêmasiya wî ev e: gava ku ew ramanên xwe derdibire, li gorî mantiqê diyar dibe ku ew biyanî ye. Pêşniyaza we ya ji bo pêşvexistina zanîna vî xwendekarî çi ye?”
“Mînakên fîlmên kurdî yên komediyê çi ne?”
“Fîlmeke ku te gelek ecibandiye çi ye?”
“Mijarên fîlm, muzîk, şano hwd çi ne? Mijarên van du-sê salên dawî ji yên berê cuda ne?”
“Taybetiyên zimanê kurdiya ku di înternetê de tê bikaranîn çi ne? (Li vir pirs ne li ser malperên komele û saziyan e, lê li ser yên takekesane, blog, chat hwd e.)
“Kesekî ku ji bo xweşaxaftinê bi nav û deng e kî ye? Taybetiyên zimanê wî çi ne?”
“Cihê dengbêjiyê di civaka îroyîn de heye? Ku dema wê derbas bûbe, çi ye ku ciyê dengbêjiyê girtî ye?”

Min destûr ji Laura xwest da ez di nivîsekê de behsa xebat û nameyan bikim lewre ji bo min û her wiha ji bo kurmancî û xwendevanan gelek dersan dihewîne û her wiha rê dide da em gelek pirsan ji xwe bikin. Wekî min li jor der kir bila şîrove û encam bimînin ji bo xwendevanan.

Piştî min nivîs qedand sohbetek min û Ehmed Huseynî bi bîra min hat ku eleqeya wê bi nivîsevaniya kurdî û her wiha qada înternetê pev re heye. Ehmed piştî behsa serboriya nivîskariya kurdî kir wekî gazinekê got, lê kurmancî heqaretekê jî li me dike; rê dide da her kes xwe li nivîskariyê bigire. Gelek kesan ji ber rewşa kurmancî xwe li nivîskariyê girtin.
Bi dû re, piştî bernameya Arjen Arî mesele dîsa hat ser nivîskariyê. Arjen got, min ji ciwanekî re gotiye, dem ne dema rabirdûyê ye, derfetên we hene da hûn bêtir bi awayek cidî xwe li nivîskariyê û li ziman bigirin. Ehmed, rê li ber ciwanan vebikin da bila binivîsînin, bila bi mîlyonan kes xwe li nivîsînê bigirin da em bi serbilindî karibin bêjin, ev e, sê mîlyon xwendevanên vî zimanî hene.
Di nivîsek xwe de min gotibû, bila sergoyê nivîsa kurmancî hebe. Piştî nameyên Laura ku ez carek din der barê qada înternetê de û asta kurmancî de fikirîm, tevliheviyekê xwe di hişê min de da der. Gotinên Ehmed û nêzîktêdayîna Arjen bi tevî gelek tiştan, meseleya sergoya kurmancî, hêja ne da em carek din bifikirin û bigengêşin. Nivîskarî bi çi awayî û çawa? Nêzîktêdayînên me yên li kurmancî gerek çawa bin? Di qada înternetê de rewş çi ye, gerek ji vir bi şûn de çawa be? hwd.
Ji bo rewşa heya niha bi bawer im gotinên Laura her tiştî der dibin, ez wan gotinan bi bîr bixim da bi tevî rexneyan bêmoralî xwe nede der. Wiha gotibû Laura:
“Ji xeynî kêmasiyên mirovan ên di warê nivîsandinê de ev rastî jî heye ku ziman bi derbasbûna wextê re diguhere, ango dînamîk e. Ev yek lêkolîna berdewamî li me ferz dike.”


*Di heman êvarî de min wekî tikayek lezgînî ji Azadiya Welat rica kir da nivîsê ji min re bi rê bikin mixabin ne nivîs bi rê kirin ne jî pêxim bi xwesteka min xistin, ev şanzdeh sal in ez ji bo rojnameyê nivîs lê dikim, daxwaza min jî ne ji ber karekî şexsî bû! Ev jî halek din e…

cihanacirokan@hotmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

'Em dixwazin Şoreşa Rojava bi serkeftî bidome'

ad

"Nexweşê Nexweşiyê" derdikeve ser dikê

ad

9 sal derbas bû 'Çavê min'

ad

Wezareta Tirkiyeyê "Mem û Zîn"ê çap dike

ad

Rojnamegera gotibû 'ez ji MÎT'ê ditirsim' di qezaya trafîkê de mir

ad

Welatên Sovyeta berê leşkeran dişînin Kazakistanê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname