Amed
Lîstika nivîskarê fransiz Moliere ya bi navê "Nexweşê Nexweşiyê" li kurdî hate anîn û lîstik ji aliyê Şanoya Şaredariya Bajarê a Amedê ve tê lîstin. Promiyera lîstikê 5'ê mehê saet 20.00'an de dê bê lîstin.
Moliere nivîskarekî navdar ê fransiz e. Lîstik niha bi kurdî tê lîstin. Lîstika ku ji aliyê Yakup Karademîr ve ji bo kurdî hatiye wergerandin, şêwirmendiya ziman a lîstikê Dilawer Zeraq kiriye. Derhêneriya lîstikê Ruknettin Gun kiriye û Mesut Erenci, Elvan Koçer, Ozcan Ateş, Şahabettin Dag, Rêzan Kaya, Bora Çelik, Mehmet Musaoglu, Leyla Batgi, Kemal Ulusoy û Rojda Esen di lîstikê de dilîzin.
Di lîstikê de Argan wisa bawer e ku ew nexweş e ku kesên ezperest û mafperest ew dorpêç kirine. Argan bi qasî ku tênegihîje ku li der û dora wî çi diqewime safik e.. Ligel ku ew ne nexweş e dixtor ji bo wî miayene bikin her têm cem wî û dermankirinên cur bi cur li ser wî diceribînin. Dermanfiroş jî hema çawa dixwaze buhaya dermanan wisa zêde dike. Ev mirovên ku li der û dora Argan bi vî awayî kom bûne dikin ku ew bibe Nexweşê Nexweşiyê.


