Diyarname
Ji bo 2'yemîn salvegera Şoreşa Rojava li Stenbolê li Cezayîr Restorand bi beşdariya Mebûsa HDP'ê Sebahat Tuncel, Serokê Rêveberiya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz, rojnameger Bahoz Deniz û Fehim Işik paneleke hat li dar xistin.
Di panela ku êvara 19'ê mehê ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve hat organîzekirin de Serokê Weqfê Gurbuz bi rê ve bir. Gurbuz di axaftina destpêkê de got ku îro2'yemîn salvegera Şoreşa Rojava ye û em dixwazin ev şoreş bi serkeftî bidome, em hêvî dikin di pêşerojê de şoreşên kurdan ên parçeyên din bigihîn hev.
'Gere Berzanî bigota ez amadeyê fermana we me'
Gurbuz got Ehmedê Xanî qala îtîfaqê kiriye lê hê jî di nav çar parçeyan de, di nav rêxistinên kurdan de îtîfaq nîn e û xwest kurd îtîfaqa xwe saz bikin. Gurbuz wisa dom kir: "Şoreşa Rojeva bi fedekariyeke mezin dimeşe, lê hê jî kurdên parçeyên din li hemberî vê şoreşê bi têra xwe ne pejinkar in. Mele Mistefa Berzanî çû Mehabadê ji Qazî Mihemed re got ligel leşkerên xwe ez amadeyê fermana te me, gere Mesûd Berzanî jî ji bo Rojava di demeke wisa de bigota ez amadeyê fermana we me. Ji bo me berjewendiyên kesî, malbatî ne lazim in, gere berjewendiyên neteweyî bi ser her tiştî re bin."
Her wuha Gurbuz qala statuya parçeyên Kurdistanê kir û got ku tiştê girîng li her parçeyê bidestxistina statuye, ev statu serxwebûn, xweserî, çi dibe bila bibe.
'Dixwazin em bibin dengê dengê wan'
Rojnameger Bahoz Denîz ku di van du salên Şoreşa Rojava de gelek caran çûye Rojava û hatiye qala çavdêriyên xwe yên li wir kir. Deniz ku bi Fermandarê YPG'ê Sîpan Hemo re hevdîtin jî kiribû, got ku wî silavên Hemo, silavên YPG, YPJ anîn û wisa got: "Ew dibêje derdê me ne maqerne û xurek in, erê ev jî girîng in lê tiştê girîng ji bo me ew e hûn bibin dengê dengê me.
'AKP dixwaze Şoreşa Rojava bifetisîne'
Mebûsa HDP'ê Sebahat Tuncel got ku Şoreşa Rojava ji bo Rojhilata Navîn hêviyeke nû û wisa dam kir: "Şoreşa Rojava şoreşa jinan e. Li gor wekheviya jin û mêran sazkirina civakê ye. Li holê qeyranek hebû. Di demên qeyranê de kî bi rêxistin be ew bi ser dikeve. Li Rojava jî PYD'ê ev yek kir. Bifikirin ku PYD tune ba dê çi biba?"
Tuncel got ku AKP ji aliyekê ve bi Tevgera Kurd re muzakereyan dike, li aliyekê ve bi Başûr re têkiliyên baş saz dike, li aliyê din ve piştgiriyê dide çeteyan û dixwaze Şoreşa Rojava bifetisîne."
Tuncel qala hevdîtina xwe ya li rêxistin û hikumeta Başûr re jî kir û got ku wan her qala yekîtiyê kiriye, her gotine me Kongreya Neteweyî saz bikin, wan jî her erê erê gotine lê heta niha kongre li dar neketiye.
'Bi ser Tirkiyeyê re çete diçin'
Rojnameger Fehîm Işik jî qala dîroka pêşketinên li Rojava kir, li ser her du rêxistinên li Rojava MRGK û ENKS kir û gotin anî ser lidarketina Şoreşa Rojava.
Işik got ku bi ser Tirkiyeyê re gelek çete çûn li hemberî Rojava şer kirin û di heman demê de diyar kir ku desthilatdariya Esad jî bi awayekî piştgirî dide van çeteyan. Işik li ser rewşa dawî ya niha ya li Kantona Kobanî jî wisa got: "Rêxistina qatil bi TIR'an çek kişandine eniya Kobanî. Vê rêxistina çete sê saetan de Misûl girt lê sê sal e nikare metreçarqorziyeke axa kurdan bi dest bixe. Lê vê bizanibin ev çete ger Kobanî bi dest bixe cih de dê berê xwe bide Efrînê jî. Tu şik di vir de nîn e. DAIŞ wir bigire ev der dê bibe Afganistan. Yên ku piştgirî didin van çeteyan bila vê jî ji bîr nekin. Ewê ji wir berê xwe bidin Tirkiyeyê jî.
Her wiha Fehim Işik got ku dema li hemberî Sedam têk çûn YNK jî PDK jî çûn Rojava bi cih bûn, tevgera Bakur bi Derbeyê re çû Rojava, dema Şêx Seîd de jî gelek kurd ji vir çûn Rojava û got ku gere her kes xwedî li Rojava derê, têkçûna Kobanî têkçûna Amed e, têkçûna Kerkûkê ye.