Diyarname
Piştî protestoyên zemên li ser gazê hikumeta Kazanistanê îstîfa kir lê bûyer ranewestiyan. Niha Rêxistina Peymana Ewlehiya Kolektîf ku ji welatên Sovyeta berê pêk tê biryar girt ku leşkeran bişîne Kazakistanê. Rêxistinê got ku ew ji bo aştiyê hêzê dişîne Kazakistanê.
Di nav vê rêxistine de Rusya, Belarus, Ermenistan, Tacikistan û Kirgizistan hene ku leşkerên wan dê herin Kazakistanê.
Li aliyê din ji duh de rêya hewayî dixebite û tê ggotin ku Rusya her bi rêya hewayî leşkeran dişîne wir.
Her çiqas van rêxistina qala hêzên aştiyê kiribin jî, tê gotin ew hêza di bin pêşengiya Rusyayê de ji bo mudexeleyê protestokaran bike diçin Kazakistanê.
Her wiha hat gotin ku ji ber mudexeleyê hêzên ewlehiyê yên Kazakistanê heta niha bi dehan kes ji çalakgeran mirine.
***
Nûçeya eleqedar:
- Ji ber protestoyên zemê hikumetê îstîfa kir


