Laleş Ronahî
Leheng jî diêşin? Birînên wan jî jan didin, leheng jî digîrîn hesretê dikşînin, bêrî dikin, ditirsin, dicemidin, dişewitin…?
Min gelek mirinên lehengan bihîstibûn ên ku ez pê neêşiya bûm; mirinên bi birînên pir xeder…
Ji ber ku wan ji bo dozeke pîroz xwe feda dikirin (êş kişandin ji wateya wan daxistinbû) loma ew bi mirina xwe leheng em serbilind...
Min wisa dizaniya, heta roja ku rastî wî wêneyî hatim! Wêneyê şervanekî ji bo radestî dijmin nebe lûleya çeka xwe dabû serê xwe û pê li tetikê kiribû. Pişta wî li dîwêr tiliyên wî li ser tetikê… Serê wî di ber de, rûyê wî nedixuya.
Min di rûyê wî de rûyê te dît! Çavên min tarî bûn, kela giriyekî xwe li qirika min girtibû. Birînên min ên qalik negirtî di kûrî de jan didan. Bêhna min çikiya, qey ez jî bi te re mirim…
Rûyê te yê ku min qimîş nedikir têr lê mêze bikim, çavên te yên şîn, bijangên te yên dirêj, porê te yê zerî, kenê te ku deriyê bihuştê li me vedikir; tu ne wekî leheng û ez jî ne wekî serbilind, em wekî ap û birazî li hev diqelibîn.
Te kirasê lehengiyê ji xwe danîbû. Te wekî apê min ê ku ez delalî kirîbûm, mêze dikir. Bi hesreta salan em diêşiyan, pir kûr diêşiyan…
Piştî çûyîna te ya xatir nexwestî, ji ser re sal û nîvek derbas bûbû, wekî malbat em bi çûyîna te re hinekî din kêm, hinekî din bêdeng bûbûn.
Cara yekem bû tu li ser soza xwe nesekinîbûyî, te ez bi xwe re nebiribûm. Min pir pir bêriya te dikir.
Wê rojê li sûkê, ku ez û çend hevalên xwe em ji qursê vedigeriyan malê, gava em ji ber wê çayxaneyê re derbas bûn çavên min bi te ketin.
Li hundirê çayxaneyê derdora te ji mirovan tije bû. Cara ewil min bawer nekir ew tu yî, min got qey min xewn dîtiye! Car din ez bi wî alî de zivirîm, erê ew tu bûyî…
Ya min dîtî ne xewn bû, ji bo min wekî nişkeviyeke xweş bû; ji şabûnê çokên min sist bûbûn. Min got qey dilê min di qesefa sîngê min de derdikeve. Me li nava çavên hev nihêrî. Di wan awiran de gelek hest çûn û hatin û gelek hişşşşşşşş be, te ez nedîm!
Tu li hemberî min bûyî û min nekarîbû xwe biavêjim hembêza te. Hêstirên min ji nav cegera min de dihatin xwarê. Ji bo tu neyî naskirin gere min tu nedîtiya. Te şewqeya xwe bi ser rûyê xwe de daxist û te du caran li ser hev çavên xwe kutan hev…
Min bi dilekî bi kul li çavên te nihêrî û ez ji te bi dûr ketim. Ew cara dawî bû ku min tu dîtî. Di awi-rên me de hesret, jan, gotinên nehatî gotin, kul û keser asê man.
Piştî du salan ez bi cangorîbûna te hesiyam; ji bo radestî dijmin nebî te guleya dawî berdabû serê xwe.
Her ku li vî wêneyî dinêrim Apê min tê ber çavên min. Gava wî tiliya xwe danîbû ser wê tetikê gelo çi dihizirî? Di wê dema kurt de çiqas tişt di ber çavên wî re derbas bûbûm? Dengê çekê û bêdengiya mirinê… bêdengiya mirina ku guhan ker dike…
Di mêjiyê min de çiqas pir dengê mirinê hebûn! Li wê çayxaneyê awirên te yên cara dawî min dîtî, di nav wê qelebelixiyê de lihevrasthatina me û bêçaretiya min a ku min nedikarî destê xwe dirêjî te bikim…
Di wêneyê wî şervanî de min ew awirên te yên dawî zeft kirin. Ez dizanim êdî leheng jî diêşin serbilind jî.
Apê min, lehengê min hest dikim, gava tiliya te çû ser wê tetikê rûyê te bi çi rengî bû! Min ew awirê te dema te şewqeya xwe daxistibû ser rûyê xwe jî dîtibû.
Ez di wan awiran de çiqas êşiyam û çend caran mirim apo…
Dizanî apo!!!


