WASHINGTON
Wezareta Karê Derve ya DYA’yê, komkujiya li dijî kurdên sivîl ya ji aliyê komên çeteyên girêdayê El Qaîdeyê pêk hatiye şermezar kir. Wezaretê wiha got: “Em vê êrîşa li dijî sivîlan şermezar dikin.
Berdevkê çapemeniya Biyanî ya Buroya Karên Rojhilata Nêz a Wezareta Karê Derve ya DYA’yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) Dîna Badawy, êrîşên Eniya El Nusra/Dewleta Îslam a Iraq-Şamê şermezar kir. Badawy di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ev provakasyoneke mezhebî ye û got: "Ev provakasyonên mezhebî mafdar nayên dîtin û em êrîşên li dijî sivîlan şermezar dikin."
Badawy destnîşan kir ku ji serê qeyrana Sûriyeyê heta niha ew Sûriyeyê hişyar dikin û got: "Me bi taybetî gotiye ku di dema pevçûnan de bila sivîl bên parastin û bila sivîl nebin hedefa aliyan. Divê li hemberî mafên sivîlan rêz bê nîşandan. Kesên binpêkirina mafên mirovan û hiqûqî yên navnetewî kiribin, berpirs in."
Çeteyên Elniya El Nusra ku girêdayê El Qaîdeyê ye di navbera 29’ê tîrmeh û 1’ê gelawêjê de li gundê Tîl Eran û Tîl Hasil êrîş pêk anîn û 70 sivîl hatin qetilkirin. Her wiha 300 sivîl revandibûn.
Hefteya borî Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov balkişandibû ser komkujiya li hemberî kurdan û bang li NY’ê (Neteweyên Yekbûyî) kiribû ku vê komkujiyê şermezar bikin.
Li ser vê, Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY’ê Martîn Nesirky roja çarşemê daxuyaniyek dabû û komkujî şermezar kiribû.