Qamişlo / ANHA
Hunermendê kurd Diyar Dêrsim li Stada 12'ê Adarê ya Qamişlo, konserek da. Bi hezaran kes çûn konsêrê. Hozan Diyar ji Ewropayê çûye û wê li gelek herêmên rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê konseran pêşkêş bike.
Hunermend Diyar Dêrsim pêr êvarê konserek li Stada 12'ê Adarê ya Qamişlo da. Bi hezaran qamişloyiyan pêşwazî li Hozan Diyar û li konserê temaşe kir.
Di konserê de Hozan Diyar gelek stranên ji bo Şoreşa Rojava jî gotin. Konserê du saetan dewam kir. Konser saet 21.00’ê bi dawî bû.
Hozan Diyar Dêrsim hefteya bê wê di şahiyeke li Kantona Kobanî amade be.


