Diyarname
Piştî ku Parlemena Rêveberiya Xweser a Katalonyayê serxwebûna Katalonyayê ragihand, hikumeta navendî ya Spanyayê ket nava tevgerê. Hikumetê li gor xala 155'an a zagona bingehîn a Spanyayê hikumeta Katalanyoyê ji peywirê girt. Hikumeta Spanyayê Cîgera Serokwezîr Soraya Saenz de Santamaria wekî peywirdar bi ser Katalonyayê de peywirdar kir. Her wiha hikmetê Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Spanyayê wekî Midûrê Giştî yê Emniyeta Katalonyayê ragihand.
Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont diyar kir ku ew vê biryara hikumeta Spanyayê nas nakin û ban li katalanan kir ku muxalefeta demokratîk bikin. Peugdemont got ku bikaranîna xala 155'an li dijî vîna katalanan û li dijî demokrasiyê ye. Li aliyê din Serdozgeriya Spanyayê xwest dadger li hemberî siyasetmedarên katalan dozê veke û bi sedema "serhildana li hemberî dewletê" ew bêne cezakirin. Çapemeniya Spanyayê dibêje doz vebe heta 30 salan dê ceza bê birîn.
Korsîkayê Katalonya nas kir
Her wiha welatê Korsîkayê wekî yekem welatê ku ragihandina serxwebûna Katalonyayê nas kir derket pêş. Heta niha tu welatek din negotiye em serxwebûna Katalonyayê nas dikin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Serokwezîrê Spanyayê: Em hikumeta Katalonyayê betal dikin
- Katalonyayê serxwebûna xwe ragihand
- Li Katalonyayê perdeya duyem dest pê dike
- Spanyayê tehdîd kir, Katalonyayê bang YE'yê
- Gava bi gav referandûma Katalonyayê