logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Li Katalonyayê referandûm bi dawî bû (Hat nûkirin)

Gav bi gav agahiyên li ser referandûma Katalonyayê

  • Dîrok: 01/10/2017
  • Beş: Dinya

01.10.2017,
Gav bi gav agahiyên li ser referandûma Katalonyayê...

23.40
Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont di weşana zindî de ragihand ku di encama referandûmê de wan mafê serxwebûnê bi dest xistiye.

23.30
Li Katalonyayê dengdayîn bi dawî bû. Berdevkê hikumeta Katalonyayê Jordi Turull ragihand ku sindoq hatin girtin.
Di encama êrîşa jendirme û polîsên Spanyayê de 844 kes birîndar bûne.
Li aliyê din li Katalonyayê komên alîgirên serxwebûnê û sendîka roja sêşemê dest bi grevê dikin.

22.00
Serokê partiya muxalefeta Spanyayê, rêberê çepgiran Pedro Sanchez li ser referandûmê axivî: "Hikumet divê ligel hikumeta Katalanyayê dest bi muzakereyan bike." 
Serokwezîrê Spanyayê Mariano Rajoy îdîa kir ku piraniya katalanan nexwest beşdarî referandûmê bibe.

22.30
Berdevkê Hikumeta Xweser a Katalonyayê Jordi Trull bi daxuyaniyeke çapemeniyê got ku ji ber şîdeta polîsên Spanyayê dê hikumeta Spanyayê di dadgehên qada navneteweyî de hesabê bide. Trull got ku baweriya wî ew e ku bi mîlyonan dengê hatine dayîn dê bêne jimartin. 

20.00
Barselona bi 3-0 bi ser ket
Barselona ku ji federasyonê xwestibû maç bê taloqkirin û federasyonê taloq nekiribû, Barselonayê jî biryar dabû ku maç bê temaşevan li dar bikeve. Barselonaya katalan û Las Palmas a alîgirê Spanyayê ku hinek nijadperest îro li dar ket. Di dawiyê de Barselona bi 3-0 bi ser ket. Golên Barselonayê Messi (dq 49 û 77) û Suarez (dq 70) avêt. Barselona di dawiya hefteya 7'an de bi 21 pûanan yekemîn e.

15.00
Spanya şandin Tirkiyeyê

Di qada tora civakî de jî mesele bi firehîh hat nîqaşkirin. Hinan twitta "Ev der ne Tirkiye ye, Spanya ye", hinan twitta "Em dixwazin wekî Skoçyayê deng bidin, lê Spanya wekî Tirkiyeyê tevdigere" avêtin. Kesek din twittek wisa weşand, "Wê kêliyê li Tirkiyeyê... Ha, bibore Spanyayê".

13.00
Barselonayê şermezar kir
Lîstikvanên Barselonayê yên berê û yên niha wekî Carlos Puyol, Gerard Pique, Xavî Hernandes jî çûn deng dan û xwedî referandûmê derketin. Klûba Barselonayê jî daxuyaniyeke fermî weşand û kirinên li hemberî yên deng didin şermezar kir. Her wihaBarselonayê xwest maça wan a îro bê taloqkirin lê federasyonê ev yek qebûl nekir, Barselonayê jî ji bo şermezarkirinê biryar da ku maç bê temaşevan bê lîstin.

11.00
Li 2 hezan û 315 cihan dengdan dê çêba lê hikumeta Spanyayê ragihand ku ji nîvî zêdetir deriyê wir hatine mohrkirin û polîs li cihên din jî vê destwerdana xwe didomînin.

10.30
Ji serê sibê de ji deh hezarî zêdetir polîsên spanyol ku hatibûn peywirdarkirin li herêman hatin belavkirin û destwerdana wan didime.
Li aliyê din gel jî çû cem sindoqan û dest bi dengdanê kir. Rayedarên Katalonyayê ragihand ku erê derkeve ewê di 48 saetan de serxwebûnê ragihînin.

10.10
Qala bi dehan birîndaran tê kirin... Rayedarên katalan qala dor 40 birîndaran kiribûn lê her ku çû hejmara wan zêdetir bû, niha qala bi sedan birîndaran tê kirin lê ne birîndariyên giran.

09.30
Ji meha borî ve Rêveberiya Katalonyayê biryara lidarxistina referandûma ji bo serxwebûnê dabû. Û ji wê rojê de xirecir di navbera Rêveberiya Katalonyaya Xweser û Rêveberiya Navendî ya Spanyayê de hebû. Roja referandûmê hat. Vê sibê Rêveberiya Katalonyayê ji bo serxwebûnê referandûm li dar dixist lê ji serê sibê de polîsên Spanyayê êrîş dikin û destûr nadin. Li hin deran polîs bi zorê mirovan digirin bin çavan li hin deran jî dest datînin ser sindoqan...

**

Nivîsek li ser Katalonyayê:
-
Hasta la vîctorîa sîmpre!

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Dinya - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Hilbijartina Îsraîlê, kî bi ser dikeve, kî winda dike?

news
  • 27 10 2026

2026: Va ye Mêrê Herî Seksî yê salê, Noah Wyle

news
  • 26 10 2026

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

news
  • 24 10 2026

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

news
  • 23 10 2026

Li New Yorkê fayton hatin qedexekirin

news
  • 19 10 2026

BTS'î Spotify de 10 mîlyar derbas kerd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Deriyê Pêşabûr-Sêmalka hat girtin

ad

Li fîlmên rengîn ên Hitchcock temaşe bikin

ad

Dilawer Zeraq: Em nikarin bêjin wergera ji bo kurdî kemiliye

ad

Derhênera fransiz Julia Ducournau bi "Titane" Palmiyeya Zêrîn girt

ad

'Roja Helbesta Kurdî' li benda helbestvanan e

ad

MIHEMED ŞÊXO; KURÊ AXÊ

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname