Diyarname
Îro di "UEFA Woman's Euro 2017" de maçên Koma D têne lîstin. Bi maçên îro re dora maçên duyemîn temam dibe. Di maçên yekemîn de Îngilistan û Spanya, Skoçya û hatin hemberî hev. Portekîzê bi 2-1 maç bi dest xist. Di maça din de Îngilistan û Spanya hatin hemberî hev. Di fûtbola mêran de Spanya ji Îngilistanê serketîtir e lê di tîma jinan de jinên Îngilistanê bi 2-0 jinên Spanyayê têk birin.
Bi van encaman Îngilistan bi 6 pûanan tîma teneweyî ya jinan a Îngilistanê bû xwedî 6 pûanan. Di maça dawî de tenê pûanek dê têra wê bike. Spanya û Portekîz xwedî 3 pûanan in ku ji van karê Portekîzê zor e ji ber ku dê ligel Îngilistanê bilîze. Û Spanya ligel Skoçyaya ku qet pûanên wê nîn in dê bilîze.
Maçên dawî yên vê komê dê roja 27'ê mehê bêne lîstin.
**
Nûçeyên eleqedar: