Komhinarê romana Þeþaqil nirxand û plaket da Cîhan Roj
ÎZMÎR
Li Îzmîrê, li Weþanxaneya Na, Koma Komhinarê romana Cîhan Roj Þeþaqil nirxand pey re ji ber keda Cîhan Roj a di edebiyata kurdî de plaket da wî.
‘Kompinar’ hewldaneke çand û hunere ye, di bin sîwana Na Çand û Hunerê de û bi beþdarbûna xwendevanên zanîngehên li Îzmîrê pêk hatiye. Komhinar ne tenê komek xwendinê; ew xeynî xebata wêjeyê xebatên li ser ziman, þano, muzîk, û dîrokê jî dixwaze bike. Ew hewl dide komeke þanoyê û koroyek muzîkê atolyeyên dîrokê û wêjeyê saz bikin. Koma ku ev çar meh in xebatên xwe didomîne roja 26’ê mehê li Weþanxaneya Na li hev civiya. Di kombûnê de nivîskar Cîhan Roj jî amade bû û ew li ser romana Roj a bi navê “Þeþaqil” axivî û nirxandinên xwe kir.
Di kombûnê de beþdaran ev nirxandin kirin:
1. Roman li ser derûniya takekesek ceribînek e. Pirsgirêkên karakter ji însanîbûna wî tên. Dawiya romanê sade maye, roman di herikîna xwe de ji alî erênî ve meriv aciz dike li dawiya romanê jî bila acizî heba.
2. Em nikarin bikevin hiþê Þem (karakterê romanê) lê em dikarin bi destê Þem bigirin û bigerin.
3. Ziman xweþ bû lê min dixwest hinek dirêj bûya, berfireh bûya, hin bûyer xwe lê vekira.
4. Leheng wekî çavdêrekî ye di romanê de. Kurmanciya serhedê a alî Mûþê min xwend pey re kêfa min jê re hat.
5. Ji alî derûniyê ve em di romana kurd de li bendê ne em bi hiþê karekter re biherikin. Ji alî teknîkî ve gerek ceribînên cuda di romana kurd de hebin.
6. Di vê romana Cîhan Roj de ji mekna bêhtir takekes li pêþ bû, misyona edebî bale kiþand. Di romanên berê de zimanê nostaljiyê û melankolik bale dikiþand. Li vir psîkolojiya þexs li pêþ e, îdealîzekirin nayê dîtin. Þem di romanê de dibe karkaterê derve û merivan bi xwe re dibe.
7. Di berhemên kurdî de em kêm caran leqayî babeta derûniyê tên. Ev pirtûk jî ji wan pirtûkan e ku mijara xwe ji derûniya kesekî sitandiye. Nivîskar hewl daye xwîneran bigihîne bin hiþê kesekî. Bi rêya bîrxistinan hûr û kûr xwîner xwedî ramanên kesekî dibin. Gelo kesek di derheqê civata xwe, malbat û hezkiriyên xwe de çi difikire? Ev kes xwe çawa ji pirsgirêkên derûnî (ku em her kesek pê re rû bi rû dimînin) diparêze ? Di vê pirtûkê de hûn ê xwe bigihînin bersivên van pirsan.
Li pey pirs û bersivan Cîhan Roj spasiya Komhinarê û Weþanxaneya Na yê kir, got:
“Ciwan û nifþên nû bi þîrove, rexne û nirxandinên kûr dikarin gavên nû li edebiyata me zede bikin. Îro li vir min bi kêfxweþî dît bê analîz û nirxandinên xweþ, ên cuda hatin kirin. Xwendevan bi xwendin û nirxandinên wisa li berheman zêde dikin, bala nivîskaran didin gelek detay û hêlên berheman.”