Berî bi sed salî ‘Qehweya Kurdan’ hebû. Li Fransayê ji 1800’î û pê ve 100 salî bazirganiya wê hate kirin. Bi avabûna Komara Tirk re ev qehwe jî bi zorê û xapê kirin ‘Tirk’.
Cureyekî qehweyan ku berî avabûna Komara Tirk hebû û bi nasnameya kurdan bû, piÅŸtî avabûna dewleta Tirk hate înkarkirin. Qehweya Kurdan ku îro navê wê kirine ‘qehweya menengiçê (qehweya kizwanan)’ li Amed, Semsûr, Mêrdîn û Êlihê dihate hilberandin, Osmanî lê xwedî derketin û despêka sedsala 20’an li Ewropa û gelek deverên cîhanê firotin.
Divê mirov qehweya kizwanan bi wê qehweyê re tevlîhev neke, ku tê gotin bi eslê xwe ji Etîyopyayê ye, cara pêÅŸî li Yemenê hatiye çêkirin û bi erebî jê re ‘Elqahwah’ tê gotin.
Qehweya Kurdan di navbera salên 1830 û 1930’î de li Fransayê bi navê ‘Chicorée au Kurde’ hate firotin. PiÅŸtî ku dewleta Tirk hate damezirandin, hilberandina ‘Chicorée au Kurde’ hate rawestandin û navê wê kirine ‘Qehweya Tirkan’.
Ev kevneÅŸopiya qehweyê û çanda wê 2013’yan bi navê ‘Qehweya Tirkan’ kete nav Lîsteya Mîrateyên SiruÅŸtî ya Navneteweyî ya UNESCO’yê. Yanî UNESCO jî ÅŸirîkê vê dizî û xapê ye.
Di qehwa kizwanan de kafeîn tune. Li ser etîketa wê ya ku destpêka sedsalê li Fransayê dihate firotin wêneyê ÅŸervanekî kurd heye. Ji qehweya kurdan a ku li Fransayê dihate hilberandin tenê etîketa wê maye. Ew etîket hê jî li ser înternetê bi temsîla çand û hilberandina serdemê tê firotin.
Yenî Ozgur Polîtîka