Zinarê Xamo
Van rojên dawî ez baş dixwînim. Do bi şev jî min romana Helîm Yûsiv "Firîna Bi Baskên Şikestî" qedand û dest bi xwendina şiîrên Arjen Arî kir.
Nivîskar, di Firîna Baskên Şikestî de ji devê miriyan, ji devê Hadîyê derhêner, Burhanê senarîst û gelek miriyên ji alî celadên îslamî ve hatine kuştin, qala wehşeta celadên Daîşê li Kobanî anîne serê kurdan dike.
Hadiyê derhêner yê bi destê wahşên îslamiyên xwediyên alên reş bi hovane hatiye kuştin, şevekê ji gora xwe derdikeve û bi cîranê xwe Burhanê senarîst re qala serpêhatiyên xwe, qala wehşeta celadên îslamî anîne serê wan û bi sedan kurdên din dikin.
Ji hev re qala qetlîamên bûne şahid dikin.
Çawa bi hovane û bi namerdî hatine kuştin, bûna şahidê kîjan hovîtiyan, çi dîtine, mirî yek bi yek ji hev re dibêjin û ji tarîxa kurdan re dikin belge.
Bi vî hawî xwendevan jî dibînin di şeveke remezanê de hovên îslamî çawa girtine ser malan û bi sedan însan çawa kuştine.
Hovan bi sabotajan, bi teqînan çi anîne serê gelê Kobanî di romanê de xweş hatiye taswîr kirin.
Xwendina romanê, wehşeta îslamiyên xwediyên alên reş anîne serê miriyên goristana Kobanî meriv dihejîne, kela dilê meriv radibe, meriv bînçikyayî dibe.
Çend caran min xwest dev ji xwendinê berdim, çimkî dilê min tehamulî xwendina hewqas zilm, wehşet, kuştin û barbarî nedikir…
Dû re min ji xwe re digot, na, ev wehşeta neyarên me yên ereb, tirk, misilman anîne serê gelê Kobanî, dibê ez jî û hemû kurd jî bizanin.
Dibê barbarî, wehşet û qetlîama celadên îslamî anîne serê me kurdan dibê ji tarîxa me û dinyayê re hemû bibin belge, dibê mirovahî bizanibe li Kobanî çi bû, bi sedan însan bi kîjan hovîtiyê hatin kuştin.
Meriv bawer nake însanên xwedî hiş û şiûrekî normal, însanên bi tevayî nebûbin teba, zebanî, cinawir kanibin hewqasî ji mirovahiyê derkevin, hewqasî zalim û dirinde bibin.
Şahidiya Dara Gûzê, mirazqutiya Perwînê û Rodiyê dildar, welatperweriya Viyan Peymana canfîdaya Kurdistanê, êşa dilê Cîhanê, mêraniya Heciyê heftêsalî, trajediya Mihemedê pêncsalî û qedera gelekên din dilê meriv digivêşe, meriv di xwendinê de zehmetiyê dikişîne.
Lê qehremanên romanê di eynî wextê de jî dibin şahidên serpêhatiya Kobanî û wehşeta celadên îslamî li Kobanî kirin.
Gelek sipas ji bo vê berhema hêja. Dibê gelek romanê wiha werin nivîsin. Tiştê neyarên me li Kobanî û li Şengalê anîn serê me wehşetên pir mezin in, dibê sedan roman, şiîr û çîrok li ser werin nivîsin, fîlmê vê wehşetê were çêkirin.
Hemû şehîdên Kobanî bi hurmet bibîr tînim.
Ji bloga wî Hindik û Rindik hatiye girtin