Diyarname
Di "UEFA Woman's Euro 2017" de maçên çarîk fînalê hatin lîstin. Di maça duh de Hollandayê Swêd têk biribû û derketibû nîv fînalê. Îro jî Almanya û Danîmarka, Avusturya û Spanya, Îngilistan û Fransa hatin hemberî hev. Di dawiya maçan de ligel Hollandayê tîmên jinan ên Danîmarka, Avusturya û Îngilistanê derketin nîv fînalê.
Wekî fîkstur jî bi vî awayî çêbû:
Danîmarka-Avusturya, Hollanda-Îngilistan. Maçên van dê 3'ê meha pêşiya me bêne lîstin. Maça yekemîn saet 19'an, ya din di saet 21.45'an de dê bê lîstin. Ji her çar tîman du tîm dê derkevin fînalê.
Maçên UEFA'yê ya Jinan ya Euro 2017'an kanala Eurosport yekser diweşîne.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Çarîk fînala fûtbola jinan îro dest pê dike
- Jinên Hollanda û Danîmarka ji komê derketin
- Berevajî mêran jinên îngilistanê zora jinên spanyolî birin