Diyarname
Heyeta DTP'ê ku li Başûr e îro piştî hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî vê carê li Silêmaniyê bi Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kosret Resul re hevdîtineke pêk anîn.
Di nav heyeta DTP'ê de Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, Emîne Ayna, Berdevkê Demê yê Kongreya Civaka Demokratîk (CDK) Hatîp Dîcle, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, parlementerên DTP'ê Sebahat Tuncel û Sevahîr Bayindir hene.
Heyetê duh jî bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî re hevdîtin pêk anî bû. Heyet heta 20'ê mehê dê hevdîtinên xwe yên li Başûr bidomîne.
Wêne ji malpera Pukmedia hatiye girtin


