Li Rusyayê Youtube hat qedexekirin
Diyarname
Li herêma rojhilata dûr a Rusyayê dadgeheke herêmî ferman da þîrketên înternetê ku youtube jî têde 5 malperên înternetê qedexe bike. Dadgehê wekî sedem jî weþana "radîkal" nîþan da.
Li gor nûçeya Rossiystaya Gazeta ku wekî rojnameya fermî ya hikumeta rus jî tê hesibandin li rojhilata dûdr a Rusyayê li herêma Komsomolsk-on-Amurê dadgehê diyar kiriye ku di van malperan de weþanên nijadperest wekî "Rusya yê rusan e" û dîmenên Hîtler hene ew qedexe kirine.
Þîrketa înternetê ya herêmî RA RTS jî daxuyand ku biryara dadgehê ji bo betal bibe di 16'ê tîrmehê de wan ev biryar biriye ber destê dadgeha bilind.
Her wiha saziyên sivîl ên li Rusyayê carinan ji ber ku azadiya bi sînor dike zagona têkoþîna bi radîkalan re rexne dikin.
Wekî notek: Li Tirkiyeyê ev li dor du salan e Youtube qedexe ye.