Diyarname
Li Amedê Birca Ben û Sen ji ber bêxwedîtî hildiweşe.
Duh êvarê piştî baranek xurrt barî bandorek xirab li Birca Ben û Senê kir û beşek jê hilweşiya. Gelê taxê dibêjin ku ew ditirsin, ligel ku her daxwaza restorekirinê dikin jî, tên alçiyê li dîwar dixin û diçin.
Ji bo Sûrên Amedê ku dîroka wan diçe bi ser deh hezar salan re restokerineke baş lazim e. Hin beşên wê di salên barî de hatibûn restorekirin, hin ji vê restorekirinê nehatibû ecibandin, lê hin cih bi restorekirinê li ser piyan mabûn. Hin beşên Sûrê hene ku hê jî li benda restorekirinê ne ku Ben û Sen jî cihek wisa ye.