Diyarname
Dewlet hê jî li Elîpaşa û Lalebey a Sûra Amedê xaniyan xira dike. Ligel ku roja 19.05,2017'an ji mizgeftan ragihand ku gel xaniyên xwe vala bikin jî gel naxwaze ji malên xwe derkeve. Dîsa heman rojê elektrîk û ava van her du taxan hat birîn. Hê jî zordarî li wan tê kirin ku ew xaniyên xwe vala bikin. Platforma Ji Xirakirina Sûrê re Na jî dijî vê yekê ye. ji bo piştgiriya gelê li Elîpaşa û Lalebey ev platform her di nav hewldanê de ye. Niha jî platformê kampanyaya berhevkirina îmzeyan da dest pê kirin. Di kampanyayê de tê gotin ku ew naxwazin Sûr, Elîpaşa û Lalebey bê xirakirin. Îmzeyên bên berhevkirin dê bragihînin Meclisa Tirkiyeyê.
Ji bo têkiliya platformê:
Sur'un Yıkımına Hayır Platformu
surplatformu@yandex.com
Ji bo kesên bixwazin îmzeyên biavêjin bin metnê:


