Diyarname
Asayîşa Hewlêrê bi ser ofîsa kanala KNN’ê ya li Hewlêrê de girt.
KNN'ê li ser mijarê eşkere kir ku îro asayîşê bi ser ofîsa wan de girtiye û hemû ekîpman, alav û amûrên li ofîsê û telefonên xebatkaran desteser kirine.
Asayîşê tu sedem nîşan nedaye û sedema biserdegirtinê eşkere nekiriye.
DÎROKA KNN'Ê
KNN di sala 2008'an de ji aliyê rêberê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa ve hat avavkirin. Kanal niha ji aliyê Wusha Corporation ve tê bi rê ve birin û navenda wê li Silêmanî ye.


