Jawaharlal NEHRU
Beşa “MUSTAFA KEMAL BREAKS WITH THE PAST May 8, 1933” (Mustafa Kemal xwe ji raboriyê qut dike, 8’ê gulana 1933’yan)
Di beşa beriya vê de (“A NEW TURKEY RISES FROM THE ASHES” Tirkiyeyeke nû ji xweliya xwe çêdibe) behsa avabûna Komara Tirkiyeyê dike. Û di serê vê beşê de jî behsa hindê dike ka Mustafa Kemal çawa şopên dewleta Osmanî radike û reforman çêdike. Di vê beşê de behsa dema Serhildana Şêx Seîd dike û rexne li tirkan dike lê beriya vê û piştî vê pesnê şoreşa tirkan dide.
***
Min gotibû te ku Tirkiye li gel çend elementên biyanî, niha bûye welatekî gelekî homojen. Lê hê jî li rojhilatê Tirkiyeyê, li nêzîkî sînorên Iraq û Persiyayê neteweyekî ne-tirk heye. Ew kurd in, neteweyekî kevnar e û zimanekî îranî diaxivin. Kurdistan, ku ev netewe li wirê dijî, di navbera Tirkiye, Persiya, Iraq û herêma Mûsilê de hatiye parçekirin. Bi giştî 3.000.000 kurd in, nêzîkî nîviyê wan hê jî li Tirkiyeyê dijîn. Hema piştî şoreşa Tirkên Ciwan ya di 1908’an de li wirê tevgereke modern ya neteweyî dest pê kir. Temsîlkarên kurdan di Konferansa Aştiyê ya Versaillesê de jî doza serxwebûnê kir. Di sala 1925’an de serhildaneke mezin li herêma kurdan ya li Tirkiyeyê hat şikandin. Ev di heman demê de bû ku mijara Mûsilê di navbera Îngilistan û Tirkiyeyê de alozî çêdikirin û Mûsil bixwe herêmeke kurdî ye ku li kêleka wê beşa Tirkiyeyê ye ku serhildan li wirê çêbû. Tirk bi awayê xwezayî hizirîn ku Îngilistan li pişta serhildêran e û ajanên brîtanî kurdên zêdetir dîndar li dijî reformên Kemal Paşa teşwîq kirine. Îmkan tune ye ku mirov bibêje ajanên brîtanî têkildarî vê serhildêranê bûne, lê gelekî zelal bû ku pirsa kurd ya li Tirkiyeyê bi kêrî Hikumeta Brîtanyayê hat. Zelal e ku, ortodoksiya dînî bêtir têkildarî vê serhildanê ye û dîsa zelal e ku bi qasî vê neteweperweriya kurdî jî têkildarî vê ye. Îhtîmal e ku hêla netewetiyê xurtir bû.
Kemal Paşa demildest kire hawar ku neteweya tirk di xetereyê de ye û Îngilistan li pişta kurdan e. Wî kir ku Meclisa Neteweyî qanûnekê derbas bike ku bi devkî yan bi nivîskî bikaranîna dînî ya wekî amûreke geşkirina hestên miletî, wekî îxaneta li welêt bê dîtin û cezayê herî giran bê dayîn. Li mizgeftan fêrkirina doktrînên dînî ku pêkan e zirarê bide sedaqeta bo Komarê hat qedexekirin. Paşê wî bi bêmerhemetî kurd şikandin û Mehkemeyên Îstîqlalê yên taybet dan avakirin ku li ser bi hezaran ceribandin. Lîderên kurd, Şêx Seîd û Doktor Fûad û gelekên din hatin îdamkirin. Doza serxwebûna Kurdistanê li ser zimanê wan, ew hatin kuştin. Tirkên ku dema dawiyê ji bo serxwebûna xwe şer kir, kurdên serxwebûnxwaz şikandin. Tiştekî ecêb e ku neteweperweriyeke xweparêz vediguhere neteweperweriyeke êrîşkar û şerê azadiyê vediguhere dibe şerê serwerbûna li ser serê neteweyên din. Di sala 1929’an de serhildaneke din ya kurdan çêbû û dîsa hat şikandin, ji bo niha. Lê çawa gelekî ku ji bo azadiyê bi israr e û amadeya berdêla wê bide heta hetayê bê şikandin?
***
*GLIMPSES OF WORLD HISTORY (Têbiniyên Dîroka Cîhanê)
Têbiniya Diyarnameyê: Nehru ji bo keça xwe name dinivîsandin, qala gelek mijaran dikir. Berî vê jî, piştî vê jî nameyên wî hene. Ev jî yek ji wan e. Ev di bin navê "Glimpses of World Histroy" di “Asia Publishing House New York” de weşandin. Me jî ev nivîs/name ji wir girtin. Lînk ev e: https://archive.org/details/in.ernet.dli.2015.108462
Wergera ji îngilîzî: Amed Çeko Jiyan
**
Nivîsa eleqedar:
- Cemil Oguz: Sal 1933, Serokê Hindistanê Nehru qala kurdan dike