Diyarname
Li Almanyayê roja 27'ê mehê qanûna nû ya hemwelatîbûnê dikeve meriyetê. Bi vê yekê re ji bo biyaniyên dixwazin bibin hemwelatiyê Almanyayê gelek hesankarî pêk tên.
Li gor qanûna nû kesên debara xwe ne li ser dewletê bikin, fêrî almanî bibin û entegre bûbin, wê bikarin di nava 3 salan de bibin hemwelatiyê Almanyayê. Berê ev 8 sal bû.
Va ne xalên bingehîn ên qanûna nû ya hemwelatîbûna Almanyayê:
- Divê were piştrastkirin ku alîkariya madî ji dewletê nayê standin û bi almanî tê zanîn.
- Cothemwelatîbûn êdî tê qebûlkirin, ango kesekî bibe hemwelatiyê alman, êdî ne mecbûr e ji hemwelatîbûna welatê jê hatiye derkeve.
- Berê piştî 8 salan a mayina li Almanyayê mafê serîlêdana hemwelatîbûnê çêdibû, êdî piştî 5 salan e û kesekî baş entegre bûbe, dikare piştî 3 salan jî nasnameya alman bistîne.
- Hemû zarokên li Almanyayê çêbûne dibin hemwelatê Almanyayê û dikarin hemwelatîbûna welatê dê û yan bav hemwelatê wir e jî bistînin, heke dê yan bav zêdeyî 5 salan li Almanyayê bi rûniştina bê dem bijî.
- Kesên bibin hemwelatî divê serweriya makezagonê bipejirînin, li dijî nijadperestiyê bin, demokrasiyê biparêzin û ne antîsemît bin. Divê misogeriya jiyana cihûyan a li Almanyayê biparêzin.
- Hinek xalên nû li testa hemwelatîbûnê hatin zêdekirin: Di nava wan de mafê hebûna dewleta Israîl, parastina jiyana cihûyan li Almanyayê û parastina wekheviya jin û mêran e.
- Wê ji kesên wekî “karkerên mêvan” hatibûn Almanyayê re ji bo hemwelatîbûnê hesankariyên nezanîna zimên û debara bi alîkariya dewletê hebin.


