Bedirxan Mukriyanî/Silêmanî
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî 6 pirtûkên nû belavkirin ku sê jê bi tîpên erebî, du jê bi tîpên latînî ne û yek jî bi erebî-latînî ye.
Ji van pirtûkan ku li ser erkê Weşanxaneya Aras hatine çapkirin, 3 jê wekî weşanên Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya li Silêmaniyê û 3 jî wekî weşanên Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya li Duhokê hatine çapkirin ku 3 bi kurmanciya jorîn in û du bi zaravayê kelhurî ne û yek jî bi kurmanciya jêrîn e.
Komek Dûrik Ji Folklora Kurdên Sûriyayê / Bergê Sêyem – Bergê Çarem
Berhevkar: Salihê Heydo
Rêzbendiya meqaman û deranîna notayan: Kawe Feqêzade
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Kewçêr 2009, Bergê Sêyem 183 rûpel – Bergê Çarem 243 rûpel, Kurdî/Kurmanciya Jorîn, Bi tîpên Latînî
Ev berhema hanê ku wekî berdewama pirtûka “Dûrikên Kurdî-Kurdistana Sûriye” 1-2 hatiye belav kirin dûrik û stranên piraniya deverên Kurdistana Sûriyayê dihewîne ku bergê sêyem 100 û bergê çarem jî 120 stran bi xwe ve digire. Cihê gotinê ye, tevî notayên stranan, meqam û goyendeyên wan jî hatine diyarkirin û her weha cûre û babeta govendan jî hatiye xuyakirin ku digel stranan têne gerandin, her wekî millanî, çoganî, sêgavî, hûrizî hwd.
Salihê Heydo ku ev serê 40 salan e li rojavayê Kurdistanê li ser folklor û kelepûrê kurdî dixebite, heta niha gelek berhemên folklorîk dane hev û ji bilî pirtûkên wî yên li ser folklorê wî çar dîwanên şiîrê jî çap kirine.
Zerîne û Sîmîne Komeka Tekstên Folklorîk Ji Devera Kirmaşanê / Bergê Yekem – Gotinên Pêşiyan û Îdyom
Amadekar: Abbas Celîlyan (Ako)
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Kewçêr 2009, 259 rûpel, Kurdî/Zaravayê Kelhurî, Bi tîpên Erebî û Latînî
Zerîne û Sîmîne Komeka Tekstên Folklorîk Ji Devera Kirmaşanê / Bergê Duyem – Metel
Amadekar: Abbas Celîlyan (Ako)
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Kewçêr 2009, 160 rûpel, Kurdî/Zaravayê Kelhurî, Bi tîpên Erebî û Latînî
Ev du pirtûk, ku di warê xwe de pirtûkên kêmpeyda ne, li ser folklora herêma Kirmaşanê ne ku heta niha xebateke zêde li ser nehatiye kirin. Di bergê yekem de gotinên pêşiyan bi tîpên erebî û latînî û bi rêzbendiya alfabetîk hatine nivîsîn. Her weha tevahiya gotinên pêşiyan bi kurmanciya jêrîn hatine rave kirin an beranbera wan hatiye danîn.
Di bergê duyem de jî, mamik (tiştanok) bi tîpên erebî û latînî û rêzbendiya alfabetîk hatine nivîsîn û her weha bi kurmanciya jêrîn perawêz jê ra nivîsîn. Hêjayî gotinê ye Abbas Celîlyan yek ji wan kêm kesan e ku li ser zar û folklorê devera Kirmaşanê kar dike û heta niha çend berhem belav kirine ku ji wan ya herî girîng Ferhenga Başûr e ku li ser zarê herêma Kirmaşanê ye.
Ciwanistan / Çend Beytêkî Folklorî Nawçey Pişder û Merge
Berhevkirin: Ziyad Muhemmed Emîn
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Silêmanî, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Kewçêr 2009, 206 rûpel, Kurdî/Kurmanciya Jêrîn, Bi tîpên Erebî
Devera Pişder ku dikeve başûrê Kurdistanê bi folklor û kelepûra xwe devereke bijûn û dewlemend e û her weha bi zar û folklora xwe pireke di navbera kurmanciya jorîn û jêrîn de. Piraniya kilamên ku di pirtûkê de hene ji deverên kurmanciya jorîn hatine wergirtin û berebere li kurmanciya jêrîn hatine anîn, lê digel vê yekê jî hindek taybetmendiyên rêzimanî wekî xwe mane ku taybet in bi kurmanciya jorîn. Pirtûk van kilaman bi xwe ve digire: Şerîf Beg û Edle Xan, Dilo û Lewend, Bozbeg, Memê Zerî, Çeto, Seydewan, Derwêşî Ebdî ku ji zarê Mam Yunis û Resûl Awejeyî hatine wergirtin. Li aliyê din Ziyad Muhemmed Emîn, ku ji mêj ve li ser folklora devera Pişderê dixebite, babetek jî nivîsiye bi navê “Hesp di mêjûya dastanan da”.
Çend Vekolîn Li Dor Mem û Zîna Xanî
Nivîskar: Hecî Cafer
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî – Duhok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, Kewçêr 2009, 213 rûpel, Kurdî/Kurmanciya Jorîn, Bi tîpên Erebî, Çapa Duyê
Hecî Cafer, ku di warê edebiyat û folklora kurdî de kesekî xuyanî ye li başûrê Kurdistanê, di vê kitêbê de Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji gelek aliyan ve hildaye dest û şirove kiriye; her wekî, Xanî divê mîrê kurdan çawa be?, Şahî û xem li nik Ehmedê Xanî, Ehmedê Xanî evîndar bûye?, Hevalînî di Mem û Zînê da, Hindek rewişt û tîtalêt kurdewarî di Mem û Zînê da, Ehmedê Xanî Baweriyêd Millî, Hîma jimare û Mem û Zîn, Êzdyatî di Mem û Zînê de, Xanî û lêborîn, Îşaretêt Qur’anî di Mem û Zînê da, Hindek îşaretatêt Incîlî û Tewratî, Hîma perinda di Mem û Zînê da, Ji Mem û Zîna folklorî bo Mem û Zîna Xanî, Ehmedî Xanî yan Ehmedê Xanê.
Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ku li Silêmanî, Duhok û Kerkûkê şaxên wê hene, di sala 2003an de li Silêmaniyê hate danîn. Wê heta niha bi zimanê kurdî/kurmanciya jêrîn û jorîn, kirdkî, kelhûrî, maçoyî bêhtirî 90 pirtûk li ser folklor û kelepûrê kurdî belav kirine. Her weha nêzîkî 16 berhemên muzîkî yên dengîn û dîmenî belav kirine ku ji muzîka kurdan pê ve muzîka ereb, turkman, kild û aşûriyan jî bi xwe ve digire. Jê pê ve wê li ser qereçiyên Kurdistanê, benîştê kurdî yê li devera Pişder, koçerên Qendîlê û masîgiriya li Devera Qeladizê, Devera Guliyan, Govendên Çelê û Berwarî Bala, şimşaljen Qale Mere belgefîlm durist kirine.
Bo têkilîdanînê:
Email: khi_2003@hotmail.com / khidihok@yahoo.com
Malper: www.khi03.com